Nêçîrvan Barzanî: Ez texmîn dikim ku hinartina petrolê dê adarê dest pê bike

16-02-2025
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Hinardekirina Petrolê Bexda Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew texmîn dike ku hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê Adara 2025an careke din dest pê bike.

Nêçîrvan Barzanî li ser mijarê got:

"Em di vê meseleyê de bi Bexdayê re di nav diyalogê de ne û em texmîn dikin ku hinartina petrolê dê di meha Adarê de dest pê bike."

Divê were gotin ku hinartina petrolê ya bi rêya xeta boriyê ya Kurdistanê-Tirkiyeyê di 25ê Adara 2024an de hatibû rawestandin.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ew li ser vê mijarê jî di diyalogê de ne û got:

"Em li ser vê mijarê jî bi Bexdayê re dixebitin da ku em pirsgirêkên mayî çareser bikin û careke din dest bi hinartina petrolê bikin”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku dibe meha pêş dîsa hinartina petrolê dest pê bike.

Hinartina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê ji ber nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de beriya du salan hatibû rawestandin.

 Berpirsên herêmê ragihandin di vê maweya dirêj de 24 milyar dolar xisara aborî çêbûye.

Hevdîtinên bi Tirkiyeyê re û hinartina petrolê

Roja yekşemê (16ê Sibata 2025an) Nêçîrvan Barzanî ji ajansa nûçeyan a Amerîkî Bloombergê re got, di rojên pêş de dê li Hewlêrê bi rayedarên Tirkiyeyê re li ser mijara petrolê bicivin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ev hevdîtin dibe ku rê li ber destpêkirina dubare ya hinartina petrolê vekin lê diyar kir ku divê bi Bexdayê re jî zêdetir danûstandin bên kirin û divê were zelalkirin ka dê çi qasî petrol ji bo bikaranîna navxweyî were bikaranîn.

"Texmîna me ew e ku dawiya Adarê dê hinartina petrolê dîsa dest pê bike"

Serokê Herêma Kurdistanê li ser hinartina petrolê ya Kurdistanê got:

"Ji aliyê me ve her tişt amade ye û em dikarin dest bi hinartina petrolê bikin.

Texmîna me ew e ku dawiya Adarê dê hinartina petrolê dîsa dest pê bike."

Astengiyên teknîkî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de

Hefteya borî Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên jî ji Bloombergê re gotibû ku Îraq bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dixebite da ku pirsgirêkên teknîkî çareser bikin û hewl dide ku xetên boriyan dîsa dest bi hinartina petrolê bikin.

Bandora rawestandina hinartinê ya li ser aboriyê

25ê Adara 2023yan bi rêya xeta boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê ya ku ji Herêma Kurdistanê û Kerkûkê ber bi Bendergeha Ceyhanê ve diçe rojane zêdetirî 450 hezar bermîl petrol dihate hinartin lê hat rawestandin.

Dadgeha Navbeykariya Navneteweyî ya Parîsê biryar da ku hinartina petrolê ya ji Herêma Kurdistanê ya bêyî erêkirina Hikûmeta Federal a Îraqê peymanên sala 1973yan bin pê dike.

Piştî biryara Dadgeha Navbeynkariya Navneteweyî ya Parîsê hinartina petrola Herêma Kurdistanê rawetiyabû.

Rawestandina hinartina petrolê ji bo Îraqê pirsgirêkeke nû çêdike. 

Îraq neçar e li gorî rêzikên OPECê hilberîna petrolê di asteke diyar de bigire.

Destpêkirina dubare ya hinartina petrolê dibe ku bandorê li vê hevsengiyê bike.

Di 22 mehên dawî de, rojane 400 hezar bermîl petrol ji Herêma Kurdistanê û 75 hezar bermîl jî ji Kerkûkê nayê hinartin.

Meha Kanûna Pêşîn a borî Berdevkê Yekîtiya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Miles Caggins ragihandibû ku ji ber xeta boriya Îraq-Tirkiyeyê ji Herêma Kurdistanê re 23-24 milyar dolar ziyan çêbûye.

Nakokiya Bexda-Hewlêr û yasaya budceyê

Yek ji sedemên herî mezin ên nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de mesrefa hinartina petrolê ye.

2yê Sibatê Parlamentoya Îraqê yasaya budceyê pesend kir û mesrefa hinartina her bermîlekê petrolê ya ji Herêma Kurdistanê ji 6 dolaran derxist 16 dolaran.

Ev rêzik dê 60 rojan berdewam bike û piştre dê ji aliyê komîsyoneke navneteweyî ve were nirxandin.

Metirsiya xurtbûna DAIŞê

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser wê yekê ku DAIŞ li sînorên Urdin, Sûriye û Îraqê dîsa liv û tevgerên xwe zêde dike û got:

"Metirsiya me ya herî mezin ew e ku teror û komên tundrew dîsa xurt bibin. DAIŞ ji bo Îraq û herêmê gefeke mezin e."

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.

Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mazûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.

MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.

Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.

Konferans di nêzîkkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst