Mihemed Şiya Sûdanî: Îraq amade ye piştgiriyê bide Sûriyeyê

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Nêçîrvan Barzanî Bexda Îraq Sûriye Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezirê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand ku Îraq amade ye piştgiriyê bide gelê Sûriyeyê û ew pêşhatên li Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopînin.

Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê îşev li Bexdaya paytexta Îraqê civîna xwe ya asayî li dar xist.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî çû Bexdayê û tevlî civînê bû.

Piştî bi dawîbûna civînê Serokwezîriya Îraqê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin mijarên bingehîn ên li ser jiyana welatiyan hatine gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku dê îsal hilbijartin bê kirin û wiha hat gotin:

“Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî civînê bû.

Hevpeymaniyê tekez kir ku îsal sala dawî ya xula parlamento û hikûmetê ye.

Divê hemû alî û hêzên niştimanî bi baldariyeke mezin erkên ku di bernameya hikûmetê de li ser hatine lihevkirin bi cih bînin da ku aramî berdewam bike û dezgehên birêveber jî di hemû waran de karên xwe temam bikin.

Hevpeymaniyê piştgiriya xwe ji bo pakêta reformên darayî û aborî yên ku hikûmet pêk tîne nîşan da û diyar kir ku ev reform dê aramiya darayî û aborî biparêzin.”

“Pirsgirêka meaşê karmendên Herêma Kurdistanê dikare were çareserkirinê”

Di beşeke din a daxuyaniyê de behs bi meaşê karmendên Herêma Kurdistanê jî hat kirin û wiha hat gotin:

“Hevpeymaniyê tekez kir ku ti helwesteke siyasî li dijî meaşên karmendên Herêma Kurdistanê nîne û tenê hin pirsgirêkên teknîkî hene ku bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê û dûrî platforma ragihandinê ya tundrew dikarin bên çareserkirin.

Her wiha di civînê de behsa rewşa Sûriyeyê hat kirin û hat gotin ku Îraq amade ye piştgiriya gelê Sûriyeyê yê bira bike û pêşketinên siyasî jî tên şopandin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Îraq êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê û her êrişa din a li ser welatên herêmê şermezar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst