Mesrûr Barzanî bi şandeyeke Neteweyên Yekbûyî re civiya

15-11-2023
RÛDAW
Nîşan Neteweyên Yekbûyî Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokê Tîma Serbixwe ya Çavdêriya Stratejîk a Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê (UNAMI) qebûl kir.

Di civînê de berdewambûna erkê UNAMIyê yê li Îraq û Herêma Kurdistanê, piştgiriya sîstema federalî û bicihkirina madeyên destûrî hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Serokê Tîma Serbixwe ya Çavdêriya Stratejîk a Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê (UNAMI) Volker Perthes kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku serokê tîma Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser armanca serdana xwe ya ku ew jî nirxandina kar û xebatên nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê (UNAMI) ye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Mesrûr Barzanî tekezî li ser pêwîstiya piştevanîkirina sîstema federalî û bicihkirina madeyên destûrê bi taybetî madeya 140 û rêzgirtin û parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistan û hemû pêkhateyên Îraqê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst