Mesrûr Barzanî: Em dê li hemberî spîkirina pereyan têbikoşin

21-10-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Bank Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî girîngiya bihêzkirina sîstema bankê nirxand û got, “Em dê li hemberî spîkirina pereyan têbikoşin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Konferansa Bankên Îraqê ya ku li Hewlêrê hat li darxistin de axivî.

Mesrûr Barzanî bal kişand ser bihêzkirina sîstema bankê û got:

“Hikûmet dê di derbarê komkirin û dayîna dahatan de rêziknameya nû bide.

Divê gelê me bawerî bi bankan bîne, sedemê vê ya herî girîng faktorên aborî û siyasî ne.

Ji bo avakirina baweriya di navbera welatî û bankan de, em dê tişta pêwîst bikin. Divê bank jî di warê xizmetguzariyê de xwe pêş bixin.

Herwiha em dê li hemberî spîkirina pereyan têbikoşin.”

“Em dê bingeheke bihêz ava bikin”

Serokwezîr di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku pêşvebirina sîstema bankê ji bo wan girînge û wiha pê de çû:

“Ji bo pêşvebirin û modernkirina sîstema aboriyê, ji bo bingeheke bihêz em dixebitin.

Ez dixwazim beşek ji vê xebata me ya bernameya reformê bi we re parve bikim.

Kesên teqawît bûyî, dê bi saetan li benda mûçeya xwe nemînin. Li şûna wê, dê di rojeke diyarkirî de mûçe li ser hesabê wan ê bankê bê veguheztin.

Welatî êdî neçar nemînin ku pereyekî zêde li ser xwe hilgirin, dê pereyê li ser hesabê xwe bi onlineê jî bikar bînin.

Pêvajoya wergirtina krediyê jî dê hêsantir bibe. Pere şandina ji dervey welat, ji malbata xwe û nasên xwe re dê hêsantir bibe. Sala li pêşiya me dê pêvajoya pêşketinê bileztir bibe.

Pêşbîniya me ew e ku heya dawiya sala bê milyonek xebatkar bankê bikarbînin. Em di vê mijarê bi biryar in.”

Hejmara ATMyan tê zêdekirin

Mesrûr Barzanî diyar kir ku dê di nava 2 salan de li herêma Kurdistanê hejmara ATMyan du qat zêdetir bibe û got:

“Heya niha bankan xizmeteke baş nedidan. Mezinbûna me ya di warê aboriyê de sînordar kir û ji bo sextekarî û spîkirina pereyan derfet afirandiye.

Divê ev bê guherîn. Ji bo pêşveçûn û bihêzbûna bankên taybet jî em dê piştgiriya pêwîst bidin.

Em dixwazin di navbera bankên li Herêma Kurdistanê de, rikaberiyeke bi tendurist hebe.

Divê sîstema bankan di aliyê xizmeta li ser dîjîtalê pêş bikeve.

Welatiyên me dê guherînan bibînin. Di geştên ji dervey welat de, dê welatî bikaribin kartên xwe yên bankê bikar bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst