Perwerdeya karmendan: ‘Armanca projeyê bipêşxistin e’

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Amerîka Almanya Mecîd Hec Elî
A+ A-

Hewlêr(Rûdaw) - Ofîsa Plandanîn û Serjimêriyê ya Rêveberiya Xweser bi piştgiriya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê dest bi bipêşxistina karmendan kir.

Bi vê projeyê re şiyana karmendên desteyan û ofîsan zêdetir dibe.

Li gorî gotina Hevserokê Ofîsa Plandanîn û Serjimêriyê ya Rêveberiya Xweser Mecîd Hec Elî, projeya bipêşxistina şiyan ango karînên karmendên rêveberiyê sala 2022yan dest pê kiriye.

Mecîd Hec Elî diyar kir ku pêvajo li ser 3 qonaxan berdewam dike. 

Ev proje ji fêrbûna programên Autocad, Watercad, pêdaçûn û nirxandin, kargêriya kirînê, ragihandin û danûstandinê û pisporiyên komputerê pêk tê.

“Armanca projeyê bipêşxistina karmendan e”

Mecîd Hec Elî li ser pêvajoya projeyê wiha got:

“Projeya rahênan û bipêşxistina şiyanan destpêşxeriya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ye.

Ev proje bi rêya Tîma Firatê tê bicihkirin lewma ji me tê xwestin ku projeyê berpirsyane bi rê ve bibin.

Armanca projeyê bipêşxistina şiyana karmendên Rêveberiya Xweser e.“

Li gorî gotina Mecîd Hec Elî çi di warê kargêriyê de be çi jî peywendiyên ofîsan û arşîv û lêkolînên di warê projeyan de be, bi taybetî rahênan li ser programên Autocad û Watercad di dîzaynkirinên endazyariyê de tê kirin.

Mecîd Hec Elî amaje bi wê yekê jî kir ku Almanya jî beşdarî vê projeyê bûye.

Karmendên Deste û Ofîsên Rêveberiya Xweser li ser çend tîmên pispor hatine dabeşkirin.

Projeya bipêşxistin û qayîmkirina şiyan û karzaniyên karmendan dê 8 mehan berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst