Karsazê Mêrdînî winda bû: Termê wî li Şirnexê di bîrekê de hat dîtin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Bîra ku term jê hat derxistin/Wêne: AA
Bîra ku term jê hat derxistin/Wêne: AA
Nîşan Karsaz Mêrdîn Şirnex Heval Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Termê karsazekî ji parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê piştî 140 rojan li Şirnexê di bîrekê de hat dîtin.

Karsaz Îsmaîl Demîrê ku li navçeya Midyadê ya Mêrdînê bi karê tekstîlê ve mijûl bû û bavê 2 zarokan e 25ê Nîsanê winda bû.

Malbata Îsmaîl Demîr agahî da hêzên ewlehiyê û ji bo dîtina wî xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.

Xebatên lêgerînê bê encam man, li ser vê yekê Rêveberiya Ewlehiyê ya Mêrdînê ji bo dîtina karsaz Îsmaîl Demîr tîmeke taybet erkdar kir.

Tîman li kamerayên çavdêriyê yên bajar, kargeh û dikanên ku herî dawî Demîr lê hatiye dîtin dest bi lêkolînan kirin.

Li gorî encamên lêkolînên kamerayan li cihê herî dawî yê ku karsaz lê hatiye dîtin otomobîlek hat destnîşankirin û tîman dest bi şopandina wê otomobîlê kir ku diçû navçeya Hezexê ya Şirnexê.

Li xwe mikur hat

Tîman li ser bûyerê 2 hevalên Îsmaîl Demîr ên bi navên Hamdullah Onen û Omer Demîr tevî 3 kesên din desteser kirin ku malbatê guman ji wan dikir.

Omer Demîr di lêpirsînê de li xwe mikur hat ku wî Îsmaîl Demîr kuştiye û piştre biriye Hezexê û termî wî avêtiye bîrekê.

Hêzên Ewlehiyê 12ê Îlonê bîr vala kir û piştî 140 roj ji windabûnê termê karsazê Mêrdînî Îsmaîl Demîr ji bîrê hat derxistin.

Di lêkolînên li ser termê wî de diyar bû ku serê Demîr bi kevir hatiye herişandin û piştre kevir bi lingên wî ve hatiye girêdan û hatiye avêtin.

Termê Demîr piştî karûbarên otopsiyê li navçeya Midyadê bi axê hat spartin.

Ji 5 gumanbarên ku derbarê bûyerê de hatibûn desteserkirin 3 ji wan piştî karûbarên îfadeyê hatin berdan.

Hamdullah Onen û Omer Demîr bi biryara dadgehê bi tohmeta “kuştina bi qest” hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst