Li Sêwazê mînîbusa karkeran qulibî: 15 birîndar

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Karker Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mişazê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa karkerên bindeqan wergeriya, 15 kes birîndar bûn.

Li navçeya Mişazê ya Sêwazê li ser rêya sereke ya Sêwaz-Erzinganê mînîbusa ku karkerên bindeqan tê de bûn ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de 15 karker birîndar bûn û beşek ji wan di mînîbusê de asê man.

Li ser agahdarkirinê tîmên Birêveberiya Parastina Sivîlan û tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Birîndarên ku di mînîbusê de asê mabûn hatin derxistin û tevî birîndarên din birin nexweşxaneyên Sêwazê.

Serokê Şaredariya Mişazê Bora Karakullukcu ragihand ku salane 3-4 qeza li cihê ku bûyer lê çêbûye çêdibin û got:

“Li vê deverê çêkirina projeyeke rampayê di rojevê de ye.

Ez di wê baweriyê de me ku divê ev yek li cihê xwe were lêkolînkirin û biryar were dayîn ka dê li kû derê bê çêkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst