Li Sirûc û Siwêregê qezayên trafîkê: Mirî û birîndar hene!

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sirûc Siwêreg Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Sirûc û Siwêregê yên parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di 2 qezayên trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 12 kes jî bîrîndar bûn.

Roja Înê mînîbusa rêwiyan a ku Mehmet Esen diajot û kamyoneta ku Zekî Karabulut diajot li ser rêya derdora bajêr a Sirûcê li hev qelibîn û 9 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birin nexweşxaneyê.

Ji birîndaran Zekî Karabulut tevî hewldanên bijîşkî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku rewşa birîndarekî din jî giran e.

Li aliyê din, li navçeya Siwêregê jî otomobîlek û tankereke sotemeniyê li hev qelibîn.

Di wê bûyera trafîkê de jî şofêrê otomobîlê û 3 kesên din ên di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

2 kes mirin

Dîsa li Siwêregê motorsîkletek li tankereke avdanê ya şaredariyê qelibî û 2 kesan canê xwe ji dest da.

Li ser rêya Siwêreg û Rihayê motorsîkletek li tankereke avdanê ya şaredariyê ku li kêleka rê dar av didan qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de kesê ku motorsîklet diajot û kesekî din ê li ba wî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Tîman termên her du kesan birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst