Mesrûr Barzanî: Çawa ji bo Filistîne dengê xwe radikin lê ji bo Kurdistanê bê deng in?

20-11-2023
Mesûr Barzanî / Wêne: Rûdaw
Mesûr Barzanî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî Filistîn Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dihokê beşdarî foruma ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkayê ya Kurdistanê vê tê lidarxistin bû.

Serokwezîr Barzanî da zanîn ku ew li hêviyê ne di forumê dê mijarên girîng bên rojevê û got:

“Divê em amajê bi vê yekê bidin ku mijarên dê li vê derê werin afaxtin gelekî girîng in û pêwendiya wan bi mayîna vî welatî re heye.”

Mesrûr Barzanî bal kişand ser mijarên wekî “kêmbûna avê û koça xelkê” û da zanîn ku guherîna avhewayê bandorê li herêmê dike.

“Guherîna avhewayê bandorê li Herêma Kurdistanê dike”

Mesrûr Barzanî bal kişand bandora guherîne avhewayê û da zanîn:

“Niha dema wê hatiye ku em hemû bi berpirsiyariyên xwe rabin û ji bo welatiyên xwe û civaka navneteweyî bixebitin.

Divê ji bîra me neçe ku hinek pirsgirêkan em hemû dane ber xwe. Gelek mijarên mezin ên wekî guherîna avhewayê bandorê li Herêma Kurdistanê dikin.

Da ku em karibin ji bo paşeroja xwe gavên girîng bavêjin mirovayetî me tevan digihîne hev.”

“Divê em cudahiyên hev qebûl bikin”

Mesrûr Barzanî da zanîn ku li gelek herêmên cihanê tundî û fanatîzm heye û pê de çû:

“Nabe ku em tundî û fanatîzmê tenê şermezar bikin, ji bo çareseriyeke bingehîn divê em hemû bi hev re bixebitin.

Herwiha beriya ku şer û pevçûn berbelav bibin divê em çareseriyekê bibînin. Divê em cudahiyên hev qebûl bikin, divê em fêr bibin bi hev re bijîn.

Divê em rêzê li cudahiyan bigirin û nabe ku ev hev red bikin.”

“Çawa dikarin doza mafên miletekî bikin lê ji bo mafên miletekî bê deng bin?”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêka Îsraîl û Filistînê jî axivî û rewşa Filistîn û Kurdistanê da ber hev:

“Ev 30 sal in li kêleka dewleta Îsraîlê doza avakirina dewleteke Filistînê tê kirin. Amaje pê hatiye kirin ku ev modelek e.

Kurdan jî doza rûmeta xwe kiriye, wan jî xwestiye ku dewleteke wan hebe, mafê wan ê diyarkirina çarenivîsa wan hebe.

Belê, çawa dikarin behsa mafên miletekî bikin û dengê xwe rakin lê li ser mafên miletekî din qet tiştekî nabêjin ku ew milet jî bûyê xwediyê heman çarenivîsê û hatiye çewisandin.

Bi rastî divê çareserî giştgir bin. Em dixwazin ku hemû Kurdistanî bi hev re bin, em dixwazin mafên me jî wekî mafên miletên din di bin parastinê de bin.

Me divê pirsgirêk werin çareserkirin û aramî hebe. Me navê aligirî hebe û me navê tundî careke din welêt bide ber xwe.

Girîng e ku welat bi awayekî birêkûpêk û sîstematik were birêvebirin.

Nabe ku kesek an grûpek dewletê bi rê ve bibe.

Nabe ku nebûna edaletê pirsgirêka herî mezin be, nabe ku gendelî berê welêt bide nava astengan.

Ji bo ku li herêma me bihevrejiyan hebe, me di çend salên borî de gelek karên cidî kirine.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst