Li Şirnexê pevçûna malbatan: Kuştî û birîndar hene

15-10-2022
RÛDAW
Nîşan Silopî Şirnex Pevçûna Malbatan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopî ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ve di navbera du malbatan de pevçûna bi çekan çêbû û di encam de kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.

Li gor agahiyan li navçeya Silopî ya ser bi parêzgeha Şirnexê ve şeva borî du malbatan bi kêr û çekan êrîşî hev kirin û di encam de du kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê  û her du kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê hatine veguhestin. Lê ligel hemû midaxeleyan kesekî bi navê R.K yê 44 salî canê xwe ji dest daye.

Li gor zanyariyan derbarê bûyerê de kesek hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst