Heciyeke din a Kurd li Girê Erefeyê wefat kir

15-06-2024
RÛDAW
Nîşan Hecî Mekke Kabe Erebistana Siûdiyê Heciyên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Heciya Kurd a bi navê Asya Elîyê li bajarê Mekeyê yê Erebistana Siûdiyê di dema bicihanîna erkên Hecê de li Girê Erefeyê wefat kir.

Nezîr Tahir ku mirovê Asya Eliyê ye ji Rûdawê re eşkere kir ku Hecî Asya bi vîzeya Erebistana Siûdiyê çûbû Mekeyê.

Hecî Asya Elî ji navçeya Berdereşê ya Dihokê ye.

Li gorî gotina Nezîr Tahir, piştî vegera ji ser Girê Erefeyê Hecî Asya Eliyê wefat kiriye.

Li aliyê din heciyeke din a bi navê Raziyeyê jî îro li di dema bicihanîna ferzên Hecê li Girê Eregeyê wefat kiribû.

Heciyekî din ê bi navê Hisên Hemîd jî yê ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye li Girê Erefeyê wefat kiribû.

Li gorî zanyariyên Wezareta Weqfan a Herêma Kurdistanê, îsal 4 hezar û 685 hevniştmaniyên Herêma Kurdistanê ji bo bicihanîna ferzên Hecê çûne Erebistana Siûdiyê.

Gelek welatiyên Herêma Kurdistanê jî bi armanca bicihanîna ferzên Hecê çûne Erebistana Siûdiyê.

Her kesê ku di dema Hecê yan jî Umreyê de dimire li Goristana Şerayî tê veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst