HSDyê nasnameya 2 şervanan eşker kir

15-06-2024
RÛDAW
Nîşan HSD Şervan Nasname DAIŞ Derêzor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameya 2 şervanan eşkere kir ku di êrişa şaneyên DAIŞê de li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku du şervanan di êrişa DAIŞê de canê xwe ji dest da.

Di daxuyaniya HSDyê de wiha hatin goitn:

“Şaneyên DAIŞa terorîst roja pêncşemê êrişeke newêrek li bajarokê Ebû Hemamê yê bajarê Hecînê yê Dêrezorê pêk anî.

Di êrişê de şervanên me Beşar Ebid El Elî yê bi nasnavê Seyf û Hemed Mihemed El Şehazeyê bi nasnavê Xetab şehîd bûn.”

HSDyê da zanîn ku Seyf û Xetab dema li ser erka xwe bûn, canê xwe ji dest da.

Herwiha HSDyê ji malbatan re sersaxî xwest û tekez kir ku têkoşîna wan a ji bo qedandina terorîstan dê bi awayekî xurt berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst