Êrişkarê Hewlêrê diyar bû!

16-01-2024
Nîşan Stenbol Kader Îrgoren Ahmet Taşan Hewlêr Êriş Supaya Pasdaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Supaya Pasdaran a Îranê da zanîn ku wan êrişî Hewlêrê kiriye.

Li Hewlêrê û derdora li pey hev dengê çend teqînan hat bihîstin.

Piştî van teqînan Supaya Pasdaran a Îranê daxuyaniyek da û da zanîn ku wan ev êriş encam dane.

Supaya Pasdaran destnîşan kir ku wan wekî “bersiveke sûcên terorîstên dijminên Îranê” ev êriş kirine.

Supaya Pasdaran herwiha ragihand ku wan ev êriş bi mûşekan kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li hemberî tewanên ku dijminên Îranê di demên dawî de kirine, bi mûşekên balîstîk navendên sîxuran, cihên ku komên terorîst ên dijî Îranê lê kom dibin bûne armanc.”

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, êrişî Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst