Nêçîrvan Barzanî diçe Dihokê: Şanoya Destana Kurdistanê tê nîşandan

14-09-2024
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Dihok Zanîngeha Dihokê Ehmed Miştexî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nîşandana Şanoya Destana Kurdistanê li Dihokê berdewam dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê îro biçe Dihokê û li Şanoya Destana Kurdistanê temaşe bike.

Yek ji serpereştiyarên Şanoya Destana Kurdistanê Ehmed Miştexî ji Rûdawê re diyar kir ku dê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wekî temaşevan li holê amade be.

Şano dê saet 11:00an li Salona Konferansê ya Zanîngeha Dihokê were nîşandan.

Ehmed Miştekî da zanîn ku dê îro zêdetirî 500 xwendekar û ciwanên Dihokê li şanoyê temaşe bikin.

Zêdetirî 200 hunermend û şanogerên Dihokê di Şanoya Destana Kurdistanê de cih digirin.

Şanoya Destana Kurdistanê 90 deqîqe ye ku ji serdema Kaweyê Hesinkar heta 16ê Çiriya Paşîna  2017an behsa qonaxên dîrokî yên Kurdan dike.

11ê Îlonê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî Şanoya Destana Kurdistanê derketibû ser dika şanoyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst