Li Hewlêrê dîsa şewat!

14-06-2024
6 mîkser şewitîn / Wêne: Rûdaw
6 mîkser şewitîn / Wêne: Rûdaw
Nîşan Hewlêr Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewlêrê li ser rêya Gezneyê agir bi depoyekê ketiye û dûxaneke reş û tarî jê bilind dibe.

Di dîmenên ku ji Rûdawê re hatine de xuya dibe ku mîkserên betonê dişewitin.

Hat ragihandin ku agir bi kargeheke çîmentoyê ketiye û 6 mîkset şewitîne.

Nûçegihanê Rûdawê Bextyar Qadir da zanîn ku şewat bi temamî hatiye kontrolkirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, êgir bi pûş û pelaşê derdora kargehê ketiye û paşê girtiye mîkserên betonê.

Bextyar Qadir diyar kir ku 4 mîkser bi temamî şewitîne.

Divê were gotin, ev şewata 5an e ku di nava 24 saetên dawiyê de li Hewlêrê rû daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst