Îraqê li ser şewatên li Hewlêr, Dihok û Kerkûkê daxuyanî da

01-07-2024
3 kesên ku bi tohmeta şewatê hatine girtin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
3 kesên ku bi tohmeta şewatê hatine girtin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hewlêr Dihok Kerkûk Şewat Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mîqdad Mîrî got, “Li ser şewatên li Îraq û Herêma Kurdistanê çend kes hatine desteserkirin ku pêwendiya wan bi PKKyê re heye.”

Mîqdad Mîrî li Baxdayê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî û li ser şewatên li bazarên Hewlêr, Dihok û Kerkûkê agahî dan.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mîqdad Mîrî amaje bi wan şewatan da û got:

“Dawiya 2023yan û destpêka 2024an agir bi bazarên Kerkûk, Dihok û Hewlêrê ket.

Ev nîşane bûn ku hinek torên tirsnak li dûv van bûyeran hene.”

Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê 3 tohmetbarên ku çavên wan girêdayî bûn anîn pêşiya kamerayan û Mîqdad Mîrî got, “Endamên komekê tirsnak in ku girêdayî PKKyê ye.”

Birêvebirê Giştî yê Dîwana Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî li heman konferansê axivî.

“Armanc xisargihandina nan û qûtê xelkê ye”

Hêmin Mîranî bal kişand ser armanca derxistina van şewatan û got:

“Armanca van agiran têkbirina aboriya xelkê û herwiya xisargihandina nan û qûtê xelkê ye.

Dixwazin bi vî awayî pêwendiyên xelkê û hikûmetê xera bikin û xelkê ji hikûmetê aciz bikin.

Li gorî encamên lêkolînan, PKK li pişt van bûyeran e.”

Hêmin Mîranî got, "Gumanbar ji aliyê PKKyê ve li Tirkiye, Sûriye, Qendîl, Kifrî û Sengeserê hatine perwerdekirin û armanca wan ew e ku aramiya Kurdistan û Îraqê têk bibin.

Planên wan ên gelekî metirsîdar hebûn ku gurzekî kujer li aboriya Kurdistanê bixin."

Şewatên li Başûrê Kurdistanê

Demên dawiyê gelek caran agir bi bazarên li Başûrê Kurdistanê dikeve.

27ê Sibatê jî agir bi Bazara Lengeyê ya Hewlêrê ketibû û herî kêm 200 dikan şewitîbûn.

Bazara Lengeyê ya Hewlêrê 8ê Nîsanê careke din şewitîbû.

Dîsa 5ê Gulanê agir bi Bazara Qeyseriyê ya dîrokî ya Hewlêrê ketibû.

1ê Nîsanê jî agir bi Bazara Çelê ya li navenda Dihokê ketibû.

19ê Gulanê jî agir bi Qeyseriya Kevin a Kerkûkê ket û gelek dikan şewitîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst