ENKS: Berjewendiyên neteweyî di ser her tiştî re ne

15 demjimêr berê
Xalid Cemîl Mihemed
Civîna ENKS û Ebdulhemîd Derbendî \ Wêne: ENKS
Civîna ENKS û Ebdulhemîd Derbendî \ Wêne: ENKS
Nîşan Ebdulhemîd Derbendî Serok Mesûd Barzanî ENKS PYNK Mezlûm Ebdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif behsa ziyareta Nûnerê Serok Mesûd Barzanî Ebdulhemîd Derbendî kir û diyar kir ku berjewendiyên neteweyî di ser her tiştî re ne.

Çavên raya giştî ya Kurdan li hewl û hêviyên nêzîkbûna aliyên siyasî yên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê ne.

Doh Nûnerê Serok Mesûd Barzanî yê Rojavayê Kurdistanê Ebdulhemîd Derbendî li Hisîçayê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî (HSD) re civiya.

Ebdulhemîd Derbendî piştî civîna bi Mezlûm Ebdî re li Qamişloyê bi şandeya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re civiya.

Navbeynkariya Serok Mesûd Barzanî ya di navbera aliyan de bi girîngî tê nirxandin.

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif ji Rûdawê re behsa diyaloga ENKS û PYNKyê kir û da zanîn ku hatina Ebdulhemîd Derbendî hêvî bi wan re çêkiriye.

“Em hêvî dikin ev name bi cih bibe”

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif ji Rûdawê re got:

“Îro rojeke hevî û geşbûnê bû ji bo miletê Kurd ê Sûriyeyê.

Birêz Dr. Hemîd Derbendî peyama Serok Barzanî ya ji bo aliyên siyasî yên Kurdî anî.

Piştî rûxana rejima Beşar Esed divê aliyên Kurdî tevî pêkhateyan hevgirtî bin.

Birêz Dr. Hemîd Derbendî bi Fermandarê Giştî yî HSDyê birêz Mezlûm Ebdî jî re rûnişt û ev name gihand wî jî.

Em ji bo peyama cenabê Serok Mesûd Barzanî hazir in û berê jî helwesta me erênî bû û îro jî dê erênî be.

Berjewendiyên miletê me di ser her tiştî re ne û em vê peyamê girîng dibînin.

Serok Barzanî xwedî projeye neteweyî ya Kurdî ye.

Em hêvî dikin ew name bi cih bibe û hem ENKS hem jî birêz Mezlûm Ebdî wê nameyê bi cih bînin.

Em bi hev re şandeyekê ava bikin û bixebitin.”

Li  gorî Navenda Ragihandinê ya HSDyê, nûnerê serok Barzanî û Mezlûm Ebdî di civînê de, rewşa dawî ya Kurdan û herêmê gotûbêj kir.

Ebdulhemîd Derbendî peyama piştgiriyê ya serok Barzanî ragihand ku tê de tekezî li ser girîngiya yekrêziya Kurdan û xurtkirina hevkariya hevbeş ji bo serkeftina li ser zehmetiyên heyî yên li Sûriyeyê hatiye kirin.

Fermandarê Giştî yê HSDyê jî spasiya xwe ji bo peyam û piştgiriya Serok Mesûd Barzanî kir.

Mezlûm Ebdî anî ziman ku ew tekeziyê li ser wê yekê dike di vê qonaxa niha de pêwîst e hemû aliyên Kurdî hewlên xwe bikin yek da aramî û berjewendiyên gelê Kurd bên parastin.

“Ji bo diyaloga Kurdî-Kurdî pêşketinên cidî hene”

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê jî doh diyar kir ku di diyaloga Kurdî-Kurdî de pêşketinên girîng çêbûne.

Îlham Ehmedê amaje bi wê yekê kir ku di demeke nêzîk de dê mizgîniyeke xêrê bidin gelê Kurd.

Îlham Ehmedê bal kişand ser diyaloga ENKS û PYNKyê û got:

"Kurdên Rojavayê ji bo pêşxistina yekîtiya di navbera xwe de di nav diyalogeke cidî de ne û pêşketinên girîng hatine kirin.

Di heman demê de diyalog bi Kurdên beşên din ên Kurdistanê re jî heye. Em vê diyalogê gelekî girîng û çarenivîssaz dibînin.

Em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de hûn jî mizgîniya (encama diyalogê) bibihîzin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst