Li Colemêrgê barîna berfê barê ajeldaran girantir kir

14-01-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Colemêg Barîna Berfê Ajeldar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi barîna berfê re karên ajeldaran zehmettir bûne.

Di şert û mercên zehmet ên zivistanê de ajeldar giyayê ku havînê berhev kirine li ser berfê radixin daku ajelên xwe têr bikin.

Li parêzgeha Colemêrgê ya ku keşûhewaya wê ji çandiniyê re zêde ne guncaw e zêdetir ajeldarî tê kirin.

Ajeldar Vedat Aksu got, “Em li ser berfê ajelên xwe êm dikin. Wekî her karî zehmetiyên me jî çêdibin.

Di dema baranê de hê zehmettir dibe karê me, lê bi berfê em kêfxweş bûn.”

Colemêrg yek ji wan parêzgehan e ku wekî “bajarê berfê” tê naskirin û berf wiha dike ku çêra ajelan heta dawiya havînê jî hebe.

Ajeldar Osman Cindioglu wiha anî ziman, “Du roj in berf dibare. Ligel berfê ba jî heye. Berf gihiştiye nêzîka 75 santîmetreyan.

Li gorî keşnasiyê dê berdewam be. Em rê vedikin û cihê ajelên xwe çêdikin. Zehmetî gelek in.”

Li deverên bilind ên parêzgeha Colemêrgê zêdeyî 3 roj in berf dibare û sitûriya berfê 2 metreyan derbas kiriye.

Li gorî zanyariyên Îdareya Taybet a Bajêr rêyên 298 gundan jî niha hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst