Li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê rêyên hezar û 144 gundan hatin girtin

14-01-2024
RÛDAW
Nîşan Girtina Rêyên Gundan Bakurê Kurdistanê Barîna Berfê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan, Colemêrg, Bedlîs û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê ji ber berfa zêde rêyên hezar û 144 gund û gundikan hatin girtin.

Wan

Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li seranserî bajêr rêyên 671 gund û gundikan hatine girtin û tîmên rûbirûbûna berfê bi 390 wesayîtên kar û 618 karmendan hewl didin rêyên girtî vekin.

Colemêrg

Li parêzgeha Colemêrgê jî zêdeyî 3 roj in berf dibare û sitûriya berfê 2 metre derbas kiriye.

Li gorî zanyariyên Îdareya Taybet a Bajêr rêya 298 gundan niha girtî ye.

Mûş

Îdareya Taybet a Parêzgeha Mûşê jî ragihandiye ku rêyên 114 gundan ji ber berfa zêde girtî ne û bi taybetî ji bo vekirina rêyên 10 dibistanan jî kar û xebat berdewam in.

Bedlîs

Li parêzgeha Bedlîsê jî rêyên 165 gund û gundikan hatine girtin û li gorî rewşa keşûhewayê tîmên rûbirûbûna berfê kar û xebatên xwe dikin.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e.

Rêveberiya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 7 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û barana zêde daye û ji welatiyan xwest ku li hemberî bandorên neyînî yên keşûhewayê tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst