Dêrsim: Ji ber berfê li 5 navçeyan dibistan hatin girtin

17-01-2024
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Barîna Berfê Girtina Rêyên Gundan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber berfa zêde li 5 navçeyên parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê dibistan rojekê hatin girtin

Herwiha tîmên şaredariya Dêrsimê jî hewl didin rêyên ku hatine girtin vekin.

Nûçegihanê Rûdawê yê Dêrsimê Alî Heyder Gozlû ragihand ku bi biryara parêzgariyê li navçeyên Qisle, Pilemuriye, Pulur, Mazgêrt û Pêrtagê yên Dêrsimê ji ber berfa zêde ya ku ev du roj in dibare, li dibistanan rojekê xwendin hatiye rawestandin.

Li gorî biryara parêzgariyê, karmendên jin ên ducanî û karmendên xwedî pêdiviyên taybet bi destûr tên hesibandin û dê neçin ser kar.

Li aliyê din, ji ber berf û pûkê li Dêrsim û navçeyên wê rêyên bi dehan gundan hatin girtin û xebatên vekirina rêyan yên tîmên şaredariyê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst