BAZARCIX - Dapîra Cenê ku di erdhejê de neviyên xwe wenda kir: Koka mala bavê min hat

13-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Bazarcix Mereş Dapîra Cenê
A+ A-

Bazarcix (Rûdaw) - Li navçeya Bazarcixê ya Mereşa Bakurê Kurdistanê Dapîra Cenê (Cennet Gîrten) ku ji bo neviyên xwe yên di bin kavilan de mane hêsiran dibarîne dibêje “Ez nizanim çi bibêjim. Koka mala bavê min hat. 5 cenaze jê derketin. Li qusûra min nenêrin ez nikarim biaxivim qurban.”

Roja 6ê Sibatê du erdhejên bihêz ku navendên wê li navçeyên Bazarcix û Elbîstan ên parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn, 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin û li wan deran bû sedema wêraniyeke mezin.

Ji ber erdhejê bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar bûn.

Li gundên Elewî yên Kurd ên navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê bû, hema bêje ji her malekê kesên canê xwe ji dest dane an jî birîndar bûne hene.

Tîma Rûdawê xwe gihand Gundê Pulyana Jêrîn yê ku di erdhejê de zirareke mezin dîtibû û guhdariya mexdûrên erdhejê kirin.

Dapîra Cenê (Cennet Girten) a 85 salî ku di erdhejê de 4 neviyên xwe winda kir bi çavên tije girî wiha got “Ez nizanim çi bibêjim. Koka mala bavê min hat. 5 cenaze jê derketin. Li qusûra min nenêrin ez nikarim biaxivim qurban. Neviyên min hebûn, diçûn dibistanê. Deriyê wan kilîdkirî bû, mala wan xirab bû. ka ez çi bibêjim. Nikarim biaxivim. Li qusûra min nenêrin ez nikarim biaxivim qurban.

Medîne Çinar a ku di erdhejê de 5 xwişk û birayekî xwe winda kir diyar kir ku di dema erdhejê de di avahiyeke du qatî de mane û stûn bi ser wan de ketine.

Medîne Çinar got “Em nizanin ka me çi bikin, bi ku ve herin. Xwarin tine, êzing tine, komir tine emê ji serma bimrin. Her tişt di bin xirbeyan de man. heywanên me jî di bin xirbeyan de man. yên sax mane ji yên mirine xirabtir bûne. Kesek li me xwedî derkeve tine.”

Fatma Palutkiran a ku ji malbata xwe di erdhejê de 16 kesan winda kir dibêje “Du xwarziyê min, çar jî pismam û dotmamên min. Hê jî rewşa du kesan giran in. Di vê rewşê de çi bibêjim nizanim.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst