Mereş li pey hev 2 caran hejiya!

07-09-2024
RÛDAW
Nîşan Erdhej Mereş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazarcixê ya parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê saet 09:02yan bi hêza 3,8 pileyan erdhejek çêbû û saet 09:31ê jî bi hêza 5 pileyan erdhejeke din çêbû.

Welatî ji tirsa ji malên xwe derketin derve û li çar bajarên nêzîk jî hest bi erdhejê hat kirin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku saet 09:02yan li navçeya Bazarcixê bi hêza 3,8 pileyan erdhejek çêbûye.

Li gorî AFADê, erdhej 6,26 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.

Piştre demjimêr 09:31ê edhejeke din a bi hêza 5 pileyan li heman navçeyê çêbû.

Kûrahiya wê jî 6,26 kîlometre bin erdê bûye.

Li gorî AFADê heta niha ti rewşên neyînî nînin.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan li herêmê erdhejên paşekî berdewam in û pisporên erdhejan rojane hişyariyê didin ku îhtimala erdhejên mezin heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst