Semîh Egeyê 11 salî di bin kavilan de mabû: Behsa çîroka xwe kir

06-02-2024
RÛDAW
Semîh Egeyê 11 salî ku di bin kavilan de ma bû behsa xwe kir
Semîh Egeyê 11 salî ku di bin kavilan de ma bû behsa xwe kir
Nîşan Erdhej Mereş Semîh Ege
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Semîh Ege Înceyê ku 155 demjimêran di bin kavilan de mabû behsa rizgarkirina xwe kir.

Semîh Ege Înce yê 11 salî yek ji mexdûrên erdhejên 6ê Sibata 2023yan e.

Ew piştî 155 demjimêran ji bin kavilan hatibû derxistin û tiştên ku berê xwestin, qeşeşîr û av bûn.

Dê, bav û xwişka wî jî di bin kavilan de canê xwe ji dest da û ji malbatê tenê ew sax ma.

Semîh niha li navçeya Nurdaxiyê, bi xalê xwe re dimîne.

“Ez birçî dibûm”

Semîh Ege Înce behsa rizgarkirina xwe kir û got:

“Ez di bin kavilande de birçî dibûm û radizam. Ji nişka ve min dengek bihîst û dengê mêrekî bû.

Min bang lê kir lê deng dernexist, di dîwar de kunek vekir û ez birim cem xwe. Ji bo nefesê bistînim maskeyek da min. Paşê ez rizgar kirim.”

Em hîn paşmayên erdhejê dijîn”

Di erdheja Mereşê de xelkê ne tenê ezîz û hezkiriyên xwe, herwiah mal û halê xwe jî ji dest dan.

Li Bazara Şîreyê ya Meletiyê hemû dikan herifîn û dikandar bê kar man.

Hinekan di konteyniran de dîsan ji xwe re dikan vekirine. Hinek jî piştî salekê hîn jî li bendê ne ji wan re dikanek were çêkirin.

Dikandar Erdal Yilmaz got:

“Ev navçe hemû dikan bûn. Bazara hesinkaran, bazara tekstîl, dikanên pêlavan, dikanên tiştê xwarinê hemû hebûn.

Mixabin erdhejê wek gelek parêzgehan bandorek zêde li Meletiyê jî kir. Em hîn paşmayên erdhejê dijîn.”

Komeleya Aktîvîstên Gola Wanê qurbaniyên erdhejê bi bîr anîn

Li navçeya Tetwanê ya parêzgeha Bedlîsê, di salvegera erdhejê de Komeleya Aktîvîstên Gola Wanê bi çalakiyekê kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dayîn bibîranîn.

Alîkara Serokê Komeleya Aktivîstên Gola Wanê Dilruba Ercan got:

“Salvegera erdheja Mereşê ye, zêdeyî 50 hezar kesên me canê xwe ji dest da. Ji bo bîranîna kesên ku canê xwe ji dest dayîn û vê rojê me karanfîl avêtin gola Wanê.”

Îro salvegera erdheja Mereşê ya ku 14 milyon mirov mexdûr kiriye.

Hîn jî çavê bi sed hezaran mirovan li bendê ye birînên wan bên pêçan û maleke wan hebe ku têde bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst