Li Mereşê erd hejiya!

01-03-2024
Nîşan Mereş Erdhej Bazarcix
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê erdhejeke bi hêza 4,1 pileyan rû da.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhej demjimêr 17:09an çêbûye.

AFADê da zanîn ku vê erdhejê di kûrahiya 7 kîlometrayan de rû daye.

Heta niha li ser zererên erdhejê ti agahî nehatine dayîn.

Li aliyê din, îro li navçeyên Giyadin û Bazîdê yên Agiriyê di nava saetekê de li ser hev 5 erdhej çêbûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst