Sibe salek di ser erdhejên Mereşê re derbas dibe: ‘Me got qey rê qelişî û em ketin nav’

05-02-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Erdhej Mereş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sibe salvegera erdhejên 6ê Sibatê ye ku navenda wan Mereşa Bakurê Kurdistanê bû.

Salek di ser wan erdhejên wêranker re derbas dibe lê bi hezaran çîrokên biêş li pey man û hîn jî birînên xwediyên wan çîrokan nehatine pêçan û şîna wan bi dawî nebûye.

Leyla Bozkurt li wêneyê keç û zavayê xwe yên ku di erdhejê de canê xwe ji dest daye dinêre û behsa wê şevê kir û diyar kir ku mirinê her du bi carekê de ji min standin û birin.

“Dilê wî xwe li ber candana keça me negirt”

Mexdûra erdhejê Leyla Bozkurtê got:

“Dema erdhej çêbû em li mala xwe ya li Îslahiyeyê bûn. Şikir ji Xwedê re em rizgar bûn lê xeber hat ku keça min û hevjînê xwe li Nûrdaxê di bin kavilan de mane.

Em çûn wir, me ew derxistin û piştî rojekê me ew spartin axê. Piştî wê bi rojekê hevjînê min nexweş ket, me ew bir nexweşxaneyê.

Li wir hevjînê min krîza dil kir, rojekê di bin çavdêriya hûr de ma û piştre canê xwe ji dest da.

Dilê wî xwe li ber canjidestdana keça me negirt. Ji ber ku gelekî ji keça xwe hez dikir.”

Suad Sucuyê şofêrê ambulansê şeva 6ê Sibatê di erheja yekem de tevî kurê xwe yê mezin ê ku li zanîngehê bijîşkî dixwend, li ser kar bûne û birîndar veguhastine nexweşxaneyê.

Di erdheja duyem de hevjîna wî û kurê wî yê ku çûbûn malê di bin kavilan de man û wan canê xwe ji dest da.

Niha ew û kurê xwe yê 9 salî mane û di nav êş û janên wê erdhejê de ji hev re dibin hêvî û sebir.

“Me got qey rê qelişî û em ketin nav”

Mexdûrê erdhejê Suat Sucu jî anî ziman:

“Kurê min û dayîka xwe li mal bûn, heger şaş nebim demjimêr 01:24 yan 27 bû erdheja duyem çêbû, ew di mal de man.

Ez û kurê xwe yê biçûk di nav otomobîlê de bûn. Bi hêza erdhejê, me yên li malê ji bîr kirin. Me got qey rê qelişî û em ketin nav. Piştre dema dengê caman hat me dît ku avahî herifiye.

Roja sisêyan me karî wan ji bin kavilan derxin û veşêrin. Xweda hêzê didê mirov, ev kurê min valahiyê dadigire. Ez her dema ku li vî dinêrim ê mezin tê bîra min.”

Her du erdhejên bi hêzên 7,7 û 7,6an ên Mereşê bandor li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir.

Li gorî amarên fermî, herî kêm 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest da û 107 hezar û 213 kes birîndar bûn.

Erdhejan bandor li 14 milyon mirovan kir ku hîn jî bi sed hezaran kes di konteyneran de dijîn, bê mal û hal in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst