Li gundên Meletiyê welatî di bin sir û seqemê de hewl didin sax bimînin

13-02-2023
Zînê Cahîde Akgul
Li gundên Meletiyê welatî di bin sir û seqemê de hewl didin sax bimînin
Li gundên Meletiyê welatî di bin sir û seqemê de hewl didin sax bimînin
Nîşan Erdhej Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Meletî ya Bakurê Kurdistanê ku navenda erdhejê bû welatî di sir û seqemeke dijwar de hewl didin bikaribin sax bimînin.

Li gundê Poladê yê ser bi navçeya Wêranşarê ku piştî erdheja Mereşê wêraniyeke zêde lê çêbûye 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Niştecihên gund ên ku sax mane jî ji ber nebûna çadiran rûbirûyê zehmetiyan bûne ku bi şevan pileya germê dadikeve 22 pile bin sifirê.

Şêniya Gundê Poladê Zehra Kurukafa got, “Li nav vê çiravê dixewin. Em 3 heta 4 malbat li gel hev dimînin. Li gund qasî ku têr bike çadir nînin, ji ber wê jî em ligel hev in. Ya heye çadira me ye.”

Hinek ji wan jî derfeta wan a peydakirina çadiran nîne û hewl didin bi kelûpelên ku ji xaniyên xwe derdixînin bikaribin di nav axur de bijîn.

Şêniyê Gundê Poladê Dogan Maral anî ziman, “Em dê makîneyên xwe yên cil û firaxşûştinê bibin axûr, heta bizanibin dê çi bibe. Zarokên me li vê derê ne, em di nav otomobîlên wan de radikevin. Ji bo em bijîn, hewl didin.”

Di erdhejê de hejmarek ajelên wan jî mirar bûne û tirsa welatiyan heye ku bibe sedema nexweşiyan.

Şêniyê Gundê Poladê Hasan Mumcu got, “Ev ajelên mirar bûne dê nexweşiyê çêbikin. Ji xwe bêhneke zêde belav dikin. Em ditirsin nexweşî belav bibe. Ya bûye bûye, ma em çi bikin.”

Gundê Polad ser bi navçeya Wêranşara parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ye û nêzîka 100 kîlometre dûrî navenda erdheja Mereşê ye. Ev jî bûye sedem ku piraniya xaniyan hilweşin û bibe sedema zerareke zêde lê alîkariya pêwîst negihîştiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst