Li Meletiyê berhevkirina çîlekan dest pê kir

11-05-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Meletî Çîlek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qelayê ya parêzgeha Meletiyê çandina çîlekan ku beriya çend salan bi kooperatîfa jinan dest pê kiribû berdewam e.

Li navçeyê çîlekên corê Albion tên çandin ku bêhn û tama wan xweş e.

Serokê Odeya Çandiniyê ya Qelayê Bayram Alişik got:

“Îsal nirxê çîlekan li cem berhemdêran ji 50 lîreyî dest pê dike lê li bazarê nirx ji 70yî dest pê dike û heta 90 lîreyan jî diçe. Li gorî hinek cihan tê guhertin.

Divê çandina çîlekan zêdetir bibe. Li gorî min ji bo aboriya xelkê dê bibe alîkariyeke mezin.”

Berhevkirina çîlekan a îsal dest pê kiriye ku cotkar ji berhemê heyî razî ne û dibêjin pirsgirêka wan a firotinê jî nîne.

“Îsal berhem baş bû”

Berhemhêner Mustafa Gokhan jî anî ziman:

“Beriya 3-4 salan me li zeviyeke biçûk bi du donim erd dest bi vî karî kir.

2-3 sal in jî li ser nêzîkî 13-14 donim zevî em çîlekan diçînin.

Ji ber baranê ev du-sê roj in em berhemê xwe kom dikin.

Îsal berhem baş bû, hêvîdar im her wiha be.”

Li gorî amarên Odeya Çandiniyê ya Qelayê niha li navçeyê çandina çîlekan li ser 80 dekar zevî hatiye kirin.

Çîlekên corê Albion heta dawiya payizê jî her mezin dibin û li gorî corên din li dijî avhewayê bihêztir in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst