Li Îdirê kursa zimanê Kurdî hat vekirin: ‘Em dê her derê bikin qada şoreşa zimanê Kurdî’

13-01-2024
Ferdî Sak
Li Îdirê kursa zimanê Kurdî hat vekirin
Li Îdirê kursa zimanê Kurdî hat vekirin
Nîşan Îdir Kursa Kurdî DILKURD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê kursa zimanê Kurdî hat vekirin.

Mamosteyê Kursê diyar kir ku 33 xwendekarên wan hene û got, “Her kes bila were beşdar bibe.”

Herwiha berpirsê Herêma Serhedê ya DILKURDê Aryen Serhed jî got, “Em dê her der bikin qada şoreşa zimanê Kurdî. Ev derfeta me heye.”

Bi destpêşxeriya Yekîtiya Dildarên Kurdî (DILKURD), li bajarê Îdirê yê Bakurê Kurdistanê kursa zimanê Kurdî hat vekirin.

“Em der derê bikin qada şoreşa zimanê Kurdî”

Berpirsê Herêma Serhedê yê DILKURD Kurdê Aryen Serhed têkildarî kursa zimanê Kurdî got:

“Wekî DILKURDê me li vê derê, li bajarê Îdirê, kursa zimanê Kurdî vekiriye. Banga me li hemû miletê me beşdar bibin û ferî Kurdî fêr bibin.

Ya duyem peyama min ew e,  li hemû bajarên Kurdan, li navendên çandê yên gel destûr heye ku em lê fêrî zimanê Kurdî bibin û em wan deran bikin qada şoreşa zimanê Kurdî. Ev derfet ji me re heye.”

Kurs heftiyê sê rojan berdewam dike.

33 welatiyên Îdirê beşdar bûne û fêrî xwendin û nivîsîna Kurdî dibin.

Welatiyekî ku beşdarî kursê bûye got:

“Em li vê derê fêrî zimanê xwe dibin. Ji ber wê jî ev kursa ku hatiye vekirin tiştek pir baş e. Em dixwazin ev kurs zêdetir bibin.”

“Herkes bila were beşdar bibe”

Mamosteyê kursê Denîz, derbarê naveroka ders û rewşa fêrkaran ji Rûdawê re axivî û banga beşdarbûnê kir.

Denîz diyar kir ku dersên wan pir tije derbas dibin û got:

“Dersên me pir tije derbas dibin û vala derbas nabin. Xwendekarên me jî bala xwe didin ziman.

Ji bo hînbûna ziman tên. Em dixwazin wiha derbas bibe. Em herwiha dixwazin gelek kesên din jî bên.

Ev tiştekî fermî ye û di nav navenda perwerdeya gel de ye. Pirsgirêk çênabin û her kes bila were û beşdar bibe.

Jixwe beşdar bûn heye. Xwendekarên ku dibihîsîn hêdî hêdî tên. Yên ku nabihîsîn jî nayên.”

Kurs 13ê Çiriyê Pêşîna 2023yan hatiye vekirin û qonaxa yekem a kursê 22yê vê mehê temam dibe.

Lê biryar e berdewamî bi qonaxên duyem û sêyem ên kursê jî bê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst