Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Îtalyayê rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kir

24-04-2025
RÛDAW
Niccolo Fontana û Nêçîrvan Barzanî\ Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Niccolo Fontana û Nêçîrvan Barzanî\ Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Niccolo Fontana Îtalya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Îtalyayê yê Îraqê Niccolo Fontana qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê daxuyaniyek belav kir û got:

"Di hevdîtinê de pêwendiyên Îtalyayê yên li gel Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina hevkariya hevbeş di warên aborî, çand, perwerde û parastina kelepûrê de hatin nirxandin û tekezî li ser berdewamiya hevahengiyê di warên cuda de hat kirin."

Nêçîrvan Barzanî pesn û spasiya Herêma Kurdistanê ji bo rola erênî ya Îtalyayê ya di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê û piştgiriya berdewam a ji bo Pêşmerge û bernameyên geşepêdanê anî zimên.

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li giringiya xurtkirina hevkarî û hevbeşiya bi Îtalyayê di kertên cuda de kir.

Li aliyê din, Balyozê Îtalyayê jî ragihand welatî wî giringiyê dide pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re.

Niccolo Fontana her wiha pesnê aramî û pêşketina li Herêma Kurdistanê da û daxwaza Îtalyayê ya ji bo firehtirkirina hevkariya hevbeş di hemû waran de li gel Îraq û Herêma Kurdistanê anî zimên.

Rewşa herêmê û pêşhatên dawî yên Rojhilata Navîn jî di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst