Êlih (Rûdaw) - Bi hevkariya partiya HUDA PARê û Komeleya Perwerdekarên Êlihê kursa hînbûna axaftin, xwendin û nivîsandina Kurdî hat vekirin.
Heman rojê ji aliyê HUDA PARê ve ji bo hayîdarkirina malbatên Kurd a ji dersên bijarte jî panêl hat lidarxistin.
Li gorî ragihandina hîndekarên kursê di her temenî de kesên ku bixwazin dê werin ferî Kurdî bibin û di dawiyê de dê sertifika ji bo kursiyeran were dayîn.
Yek ji armamca vekirina kursê jî avakirina hişmendiya ji bo Kurdî ye.
Bi daxwaz û rekxistina Partiya Doza Azad (HUDA PAR) di bin banê Komeleya Perwerdekaran a Êlihê de bi merasimeke taybet kursa zimanê Kurdî hat vekirin.
Di yekem dersa Kurdî ya kursê de amaje bi girîngiya parastina ziman hat dayîn û ji bo dersên bijarte yên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) bang hat kirin.
"Doza Kurdan ne felsefîk û îdeolojîk e"
Nivîskar M. Seîd Temel wiha axivî, "Dewa Kurdan ne felsefîk e, ne jî îdeolojîk e.
Dewa Kurdan deweyeke hiqûqî û netewî ye û Kurd dewa ziman û hebûna xwe dikin
Ji ber wî ji hevalên ku vê kursê vekirine û me vexwendin vir re gelekî spas dikim."
"Hişmendiya Kurdî di nav gel de pir lawaz e"
Fedhullah Çelîk got, "Tevî ku em tev Kurd in jî ji ber ew hişmendiya Kurdî di nav gelê me de pir zeîf e pêdiviya me bi kurseke Kurdî heye ku em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Ev tişt pir tiştek xerîb û trajîke jî mixabin."
"Kurdî jî ayeta Xwedê ye"
Parêzer Ahmed Cemîl diyar kir "Zimanê Kurdî jî ayeta Xwedê ye.
Ger bi resmî, bi hiqûqî, bi însanî û Îslamî jî ev ziman ji me re wekî şîrê dêya me ji mera helal e.
Heqê tu kesî tune ku ji bo hînbûna zimanê me astengî li pêşiya me derxe."
Serokbajarê HUDA PARê yê Êlihê Dawid Şahîn wiha anî ziman:
"Divê xelkê me pêşî girîngiya zimanê xwe fêhm bike, hîn bibe û vê xwesteka xwe bi her wasitayî ji dewletê re bişîne û li ser bisekine ku vî heqî bi dest bixin."
Di dewamiya rojê de jî bi sernava "Ez zimanê xwe yê zikmakî hildibijêrim" panêlek ji aliyê HUDA PARê ve hat li darxistin û panelîstan bi fokûsa girîngiya dersên bijarte yên gotar pêşkeş kirin.
"Heta Kurdê nebe fermî nikare li ser pêya bimîne"
Parlementerê HUDA PARê yê Êlihê Serkan Ramanli wiha axivî:
"Heta ku zimanê Kurdî nebe zimanê fermî bawer nakim ku ev ziman li pêya bimîne lê îro em hê behsa dersên bijarte dikin.
Eyb û şermeke mezin e ji bo me ku em ji bo van dersan hewl didin ku bi panêlan, bi meşa û bi feeliyetên medyaya civakî xelkê xwe qanî bikin.
Bi Xwedê ev jî ji aliyê gelê me ve kêmasiyek mezin e. Lazim e bi kêf û coşeke mezin herin dersê xwe hilbijêrin.
Lê mixabin ev serê 12 salane gelê me van dersan tercîh nake. Em jî dixwazin gelê xwe di vî warî de hişyar bikin. Ev gavekî ewilî ye.
Dema me vî gavî têr û tije bi kar anî û malbatên me berê zarokên xwe dan van dersan, wê zimanê me geş bibe û bikeve rojeva gelê Tirkiyeyê tevî û rojek jî were zimanê me jî yê bibe zimanê fermî."
Her wiha ji aliyê rayedarên HUDA PARê ve hat ragihandin ku dê heta dawî lê hatina pêvajoya bijartina waneyan li gelek bajaran çalakiyan li dar bixin ku hişmendiyeke xurt ji bo Kurdî ava bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse