Koçyîgît: Divê Ocalan bi heyetên cuda re hevdîtinan bike

24-04-2025
RÛDAW
Nîşan Yilmaz Tunç DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara Seroka Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê eşkere kir ku divê Abdullah Ocalan bi rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamegeran re hevdîtinan bike.

Heyeta Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di çarçoveya “pêvajoya nû ya çareseriyê” de îro bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re civiya.

Di Heyeta DEM Partiyê de Wekîlên Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî û Alîkarê Hevserokê Berpirsê Komîsyona Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan hebûn.

Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser naveroka civînê ji medyaya Tirkiyeyê re axivî.

Koçyîgîtê diyar kir ku divê Ocalan bi rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û rojnamegeran re hevdîtinan bike û tenê pêwendiya bi Heyeta Îmraliyê re nayê qebûlkirin.

Koçyîgîtê bal kişand ser helwesta hikûmetê ya li ser danîna çekan û got:

"Derfeta me ya rawestandinê û dema me nîne.

Em barê canên mirovan li ser pişta xwe digerînin."

Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser hevdîtina bi Yilmaz Tunç re jî axivî û da zanîn ku ew li ser tecrîta li Îmraliyê, rewşa girtiyên nexweş û guherîna "Qanûna Têkoşîna Terorê" axivîne.

“Pêwîst e Ocalan bi heyetên cuda re hevdîtinan bike”

Koçyîgîtê her wiha tekez kir ku rojeva wan a derbarê destûrê û şêwira bi hikûmetê re nîne û anî ziman:

"Hinek kes dibêjin AKP, DEM Partî û MHP dê li hev rûnin û destûrekê çêbikin, dê rêya namzediya Erdogan vekin, tiştekî wiha di rojeva me de nîne.

Mercê bingehîn ê berdewamiya vê pêvajoyê başkirina şertên Rêzdar Ocalan e, tenê têkiliya bi Heyeta Îmraliyê re nayê qebûlkirin.

Divê atmosferek were afirandin ku karibe bi heyetên cuda re pêwendiyê deyne.

Ocalan dixwaze bi rewşenbîr, siyasetmedar, nivîskar û rojnamegeran re hevdîtinan bike.

Di hevdîtina xwe ya bi Omer Ocalan re de navê du rojnamegeran (Hasan Cemal û Cengîz Çandar) da, ji bilî wan ti nav nedan."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst