Almanya cih li penaberan tengtir dike: ‘Dê derî bi temamî bên girtin‘

12-09-2024
Nîşan Almanya Olaf Scholz Polonya Jiyan Omer Pirsgirêka Penaberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hefteya bê dê Almanya cih li penaberan tengtir bike û sînorê xwe bi temamî li ber hatina wan bigire.

Sînorê herî zêde ku penaber tê re derbasî Almanyayê dibin sînorê Polonyayê ye.

Li gorî biryarên nû yên Hikûmeta Almanyayê dê ew sînor were tundkirin.

Penaber dê êdî nikaribin bi serdan biçin welatê xwe û dê karta rûniştinê ji wan were standin û dê ji Almanyayê werin derxistin.

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz jî eşkere kir, ew dê rê nedin ku penaber bi qaçaxî derbasî Almanyayê bibin.

Li gorî gotina Olaf Scholz dê sînor asê bikin û ew dê li hemberî penaberiya qaçax bi ser bikevin.

Hefteya bê Almanya xalên ewlehiyê yên kontrolê dê li ser sînorên 9 welatên Ewropayê dayîne.

Bajarê Oderê yê Almanyayê li ser sînorê Polonyayê ye.

Polîsê Almanyayê sala par xala kontrolê ji bo rêgirtina koçberên neyasayî danîbû.

Aniha dixwaze heman rêgiriyê pêk bîne.

Scholz: Em dê bi ser bikevin

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz behsa tedbîrên nû yên Almanyayê kir û wiha got:

“Careke din me tedbîrên xalên kontrolê anîne.

Destpêka vê hefteyê me ew biryar da û li hemû sînorên Almanyayê dê wan tedbîrên xwe bidomînin û bi wê rêya ku em bi ser ketin dê serkeftina me berdewam be.”

9ê Îlonê, Hikûmeta Almanyayê careke din mijara danîna xalên kontrolê yên li ser sînorê xwe gotûbêj kir û ragihand ku ji 16ê mehê heta 6 mehên din, tundkirin û danîna xalên kontrolê li ser sînoran dê berdewam bike.

Almanya dê xalên kontrolê li ser hemû welatên cîran dayîne.

Li gorî Hikûmeta Almanyayê tê çaverêkirin ku heta dawiya 2024an, nêzîkî 270 hezar daxwaznameyên mafên penaberiyê li Almanyayê bêne pêşkêşkirin û nêzîkî 500 hezar dosya jî aniha di qonaxa bersivdanê de ne.

Li aliyê din daxwazên 227 hezar penaberan jî hatine redkirin û biryara dersînorkirina wan hatiye standin.

Sala 2023yan 266 hezar koçber çûne Almanyayê û piraniya wan xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûne.

Berdevka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Anita Heiberê jî li ser tedbîrên Almanyayê wiha got:

“Derbarê danîna xalên kontrolê, helwest zelal e û divê di çarçoveya sîstema sînorê (Schengen) de be û tedbîr guncav bin.

Nabe gavên wê giştgir bin.”

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeserê jî ragihand ku ji bilî tundkirina sînoran ti bijardeyek li pêşiya wan nemaye.

Almanyayê Çiriya Pêşîna 2023yan li ser sînorên xwe rê li ber çûna 30 hezar penaberan girt û nehişt ew derbasî nava axa wê bibin.

Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Almanyayê Jiyan Omer derbarê tedbîrên Almanyayê de ji Rûdawê re axivî.

Jiyan Omer eşkere kir ku pirsgirêka penaberan ne tenê li Almanyayê li seranserî Ewropayê bûye pirsgirêkeke mezin.

“Almanya dê polîtîkaya xwe ya li hemberî penaberan biguhere”

Jiyan Omer di berdewamiya axaftina xwe de ragihand ku ji ber pirsa penaberiyê partiyên nijadperest di hilbijartinan de bi ser dikevin û wiha got:

"Pirsa penaberan ne tenê li Almanyayê li seranserî Ewropayê pirsgirêkeke cidî ye.

Ji ber pirsa penaberan partiyên nijadperest di hilbijartinan de bi ser dikevin û dengên xwe zêde dikin.

Hin penaber jî pirsgirêk in wekî ku penaberekî li bajarê Sollingenê 3 kes kuştin. Ew kes endamê DAIŞê bû.

Ji ber van sedeman partiyên siyasî dixwazin rê li ber penaberiyê bigirin û çareser bikin.

Ji sala 2015an ve Almanyayê deriyên xwe ji penaberên ji Sûriyeyê re vekiribû.

Gelek Efxan û ji welatên din jî penaber hatin.

Almanyayê alîkariya wan kir û ew li welatên xwe bi cih kirin.

Di baweriya min de dê êdî ew tişt pêk neyê.

Almanya, dê polîtîkaya xwe ya li hemberî penaberan ji serî ve biguherîne.”

“Almanya jî modela Rwandayê gotûbêj dike”

Jiyan Omer behsa siyaset û rojeva li ser penaberiyê kir û anî ziman:

“Almanya heta hûn bêjin mafê rûniştinê da penaberên ji Sûriye û Efxanisanê.

Sala borî mahkemeya Almanyayê dosyaya penaberekî ji Hesekê red kir.

Mahkemeyê eşkere kir ku rewşa Sûriyeyê guheriye û ne wekî berê ye û ewlehî lê heye.

Hikûmet û opozîsyon wekî Brîtanyayê behsa modela Rwandayê dikin.

Siyasetmedarên Almanyayê eşkere dikin ku ew dikarin penaberan bişînin welatekî Afrîkayê û piştî ku ewlehî li welatî wî pêk hat careke din wî vegerînin welatê wî.

Gelek penaber vedigerin welatên xwe, êdî ew kesên ku vegerin welatên xwe dê mafên wan ên penaberiyê ji wan were standin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst