Almanya - Îsal ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çend kesan daxwaza penaberiyê kiriye?

08-06-2024
RÛDAW
Nîşan Almanya Bakurê Kurdistanê Tirkiye Penaber Serlêdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsal ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 14 hezar kesan li Almanyayê daxwaza penaberiyê kiriye.

Daîreya Koç û Koçberan a Almanayê amarên meha Gulanê yên derbarê koçberan de belav kirin.

Li gorî wan amaran tenê di Gulana îsal de 17 hezar û 231 kesên ji welatên cûda li Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê kirine.

Di 5 mehên destpêka îsal de jî ew hejmar 103 hezar û 467 kes in.

Li gorî amaran serlêdanên penaberiyê yên li Almanyayê di 5 mehên destpêka îsal de li gorî heman serdama sala borî ji sedî 17,6 kêm bûne.

Li Almanyayê di serlêdana penaberiyê de welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, piştî welatiyên Sûriye û Efxansitanê di rêza sêyem de cih digirin.

Di 5 mehên îsal de ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi giştî 14 hezar û 751 kesî li Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê kiriye.

Herwiha 13 hezar û 741 kes serlêdana wan a yekem û yên mayî jî serlêdanên duyem in ku hatine redkirin.

Ew hejmar tenê di meha Gulanê de hezar û 875 kes in.

Di Adara îsal de jî hezar û 885 kes û di Nîsanê de jî hezar û 965 welatiyên Tirkiyeyê li Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst