Girtiyekî din ê Kurd piştî 31 salan hat berdan

02-02-2024
RÛDAW
Nîşan Girtiyê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Abdurrahîm Yilmazê ku 31 saanl di girtîgehên Tirkiyeyê de ma hat berdan.

Malbat û xizmên wî bi kêfxweşî, tilîlî, çepik û kevokên aştiyê pêşwazî lê kirin.

Abdurrahîm Yilmaz, sala 1993yan hatibû desteserkirin.

Yilmaz sala 1993yan bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekparçeyiya dewletê" ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve hatibû girtin û cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hatibû birîn.

Yilmazê ku li girtîgeha navçeya Odemîşê ya Îzmîrê dihat girtin, piştî 31 salan hat berdan.

Girtiyê Kurd Abdurrahîm Yilmaz li ber girtîgehê axivî û got:

“Em gelek hestan bi hev re dijîn. Ji ber ku em dizanin em gelek kesan li pey dihêhilin û derdikevin.

Ji ber wê hestiyariya me, şahiya me di nav hevdû de ne.

Piştî 31 salan ez bi serbilindî derketim nava hevalên xwe, nava malbata xwe, nav dilên bi hêvî.

Ji bona vê ez kêfxweş im. Ji hemû kesan re spasiya xwe dikim, hevalên me dostên me yên ku me pêşwazî kiren ez spas dikim.

Hûn hemû li ser seran ser çavan hatin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst