Piştî ku 30 salî girtî ma hat berdan

05-04-2024
Nîşan Abdulbarî Yildirim Girtiyê Kurd Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Abdulbarî Yildirim (61) piştî ku 30 sal girtî ma, ji Girtîgeha Tîpa Fyê ya Şakrana Îzmîrê hat berdan.

Xizmên wî û endamên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Yildirim li pêşiya girtîgehê pêşwazî kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), girse paşê derbasî avahiya DEM Partiyê ya li navçeya Bayrakliyê ya Îzmîrê bû.

Abdulbarî Yildirim li wê derê bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin.

Abdulbarî Yildirim 15ê Çiriya Paşîna 1993yan de hat desteserkirin û piştre jî hat girtin.

Yildirim ji hêla Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê hat (DGM) darizandin û bi hinceta “endamtiya rêxistinê” cezayê muebetê lê hat birîn.

Divabû Yildirim 15ê Çiriya Paşîna 2023yan bihata berdan lê ji ber ku ferzkirina “poşmaniyê” ya Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê qebûl nekir, berdana wî 6 mehan hat taloqkirin.

Hemû diranên Yildirim ji ber şkenceya ku lê hatibû kirin şikestibûn an ketibûn.

Herwiha di lîsteya “Girtiyên Nexweş ên Giran” a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire.

Yildirim di pêvajoya 30 salên ku girtî bû de bi gelek nexweşiyên cuda ket.

Abdulbarî Yildirim got, “Em ji bo azadiyê hatin girtin” û pê de çû:

“Em di girtîgehê de, xwedî li nasnameya xwe derketin. Gelê me rûmeta me ye ku em hêzê jê digirin.

Em dê parastina rûmeta xwe bidomînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst