Ramazan Algan piştî 30 salî hat berdan

31-01-2024
Nîşan Ramazan Algan Girtiyê Kurd Berdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Girtiyê siyasî yê Kurd Ramazan Alganê 60 salî, piştî 30 salî ji girtîgehê derket.

Algan sala 1993yan bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekparçeyiya dewletê" ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve hatibû girtin û cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hatibû birtîn.

Ramazan Alganê ku doh ji Girtîgeha Tîpa Lyê ya Amedê hat berdan bi dorê li Mêrdîn, Dîlok, Yozgat, Şirnex û Rîzeyê gi girtîgehê de ma.

Li gorî nûçeya MAyê, Algan li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe û xizmên xwe ve û rêveberên TÛAY-DER û MED TUHAD FEDê, Hevşaredarê Silopiyayê Suleyman Şavluk û Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayazê ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin ve hat pêşwazîkirin.

Algan piştî pêşwaziyê tevî malbata xwe ber bi warê xwe, navçeya Silopiyayê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê ve bi rê ket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst