Hewlêr (Rûdaw) - Balafirên şer ên Tirkiyeyê êrişî gundê Misribê yê nahiyeya Sirînê ya Kobaniyê ya Rojavayê Kurdistanê kir, 3 kesan canê xwe ji dest da.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê doh saet 18:00an gundê Misribê yê nahiyeya Sirînê ya Kobaniyê bombebaran kir.
Di êrişa balafirên şer ên Tirkiyeyê de malbatek hat hedefgirtin û 3 endamên malbatê canê xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyan, bav û du keçên wî di êrişê de canê xwe ji dest daye û dayik û 5 zarokên wan jî birîndar bûne.
Kesên ku di êrişê de canê xwe ji dest daye:
Îsmaîl Hisên Mistefa (37 salî)
Fatîma Îsmaîl Mistefa (12 salî
Eyşe Îsmaîl Mistefa (13 salî)
Kesên birîndar:
Hisên Mistefa (10 salî)
Xelûd Mistefa (8 salî)
Îman Mistefa (5 salî)
Elî Mistefa (2 salî)
Behriye Mistefa (1 salî)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse