Balafirên Tirkiyeyê navdenda Bamernê bombebaran kir: Şivanek birîndar bû

05-12-2023
RÛDAW
Nîşan Bamernê Bombebaran Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balafireke şer a Tirkiyeyê îro serê sibehê navenda nehiyeya Bamernê ya Amêdiyê bombebaran kir, kesekî sivîl birîndar bû.

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyeyê îro saet derdora 07:00an navenda nehiyeya Bamernê ya navçeya Amêdiyê ya Dihokê bombebaran kir.

Di encama bombebarana balafira Tirkiyeyê de şivanekî 23 salî ê bi navê Metîn birîndar bûye.

Bazîd Cemîl pismamê Metîn li ser mijarê ji Rûdawê axivî.

Cemîl got, “Pismamê min şivan bû û temenê wî 23 salî ye. Di bombebaranê de birîndar bû û ew birin Nexweşxaneya Duhokê.”

Herwiha Cemîl diyar kir ku cara yekem e ku Tirkiye ev herêm bombebaran dike.

Li aliyê din Cemîl da zanîn, “Kesekî din jî li nêzî cihê bombebaranê bûye û nayê zanîn ka jiyana xwe ji dest daye yan na.”

Tirkiye gelek caran bi balafirên şer, dron û topan gund û bajarokên sînorî yên Herêma Kurdistanê dike armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst