Balafirên şer ên Tirkiyeyê derdora gundekî Dihokê bombebaran kir

29-12-2023
RÛDAW
Nîşan Dihok Bombebaran Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Balafirên şer ên Tirkiyeyê derdora gundê Xorpiniyê yê navçeya Zawîteyê ya parêzgeha Dihokê bombebaran kir.

Li gorî dîmenên ku ji Rûdawê re hatine şandin, balafirên şer ên Tirkiyeyê deverên çiyayî yên navçeya Zawîteyê bombebaran dikin.

Welatiyê ji gundê Xorpiniyê Bîlal Başûrî ji Rûdawê re got:

“Wekî me dît wesayîtek hat bombebarankirin. Ji ber ewlehiyê em nikarin biçin cihê bûyerê.”

Bîlal Başûrî herwiha anî ziman:

“Xuyaye ku ew wesayîteke gerîlayên PKKyê bûye lê heta niha ziyanên wê nehatine zanîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst