Li Şingalê êriş: Birîndar hene

14-11-2023
Nîşan Şingal Tirkiye Bombebaran Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Droneke Tirkiyeyê li bajarokê Sinûnê yê Şingalê wesayîtek bombebaran kir.

Li gorî nûçeya ANHAyê di vê êrişê de 3 kes birîndar bûn.

Her sê birîndar rakirine nexweşxaneya Sinûnê.

Tê payîn ku hêzên ewlehiyê yên Şingalê li ser bûyerê daxuyaniyekê bidin.

Hêzên Tirkiyeyê di demên dawiyê de êrişên xwe yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Tirkiye gelek caran bi dronan otomobîlan dike hedef.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst