Koçberên Efxanî: Qaçaxciyan em anîn Silêmaniyê û gotin 'ev der Tirkiye ye'

11-12-2021
Horvan Rifet
Malbatên Efxanî
Malbatên Efxanî
Nîşan Silêmanî Herêma Kurdistanê Efxanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke malbatên Efxanî ku piştî ketine hikûmetê û hatina Talîbanê welatê xwe bicih hiştibûn û hatibûn Îranê û dixwestin derbasî Tirkiyê bibin, ji aliyê qaçaxçiyan ve hatin xapandin. Qaçaxçiyan malbat anîn Silêmaniyê û jê re gotin, “Ev der Tirkiye ye.”

Hejmareke malbatên Efxanî bi rêyeke ecêp gihiştin Silêmaniyê. Wan malbatan wisa hizir dikir ku ew li Tirkiyê ne û piştî ji xelkê pirs kirine, rastî diyar bûye.

Xêrxwazek li wan xwedî derket

Ew malbatên ku ji aliyê qaçaxçiyan ve hatine xapandin, niha li hoteleke Silêmaniyê ne û xwediyê hotelê wek karekî mirovî li hotela xwe cih daye wan. Ew malbat berî ku li hotelê bên bicihkirin, çend rojan li parkeke bajêr man û niha jî çarenivîsa wan nediyar e ku beşek ji wan ji tirsa ciyawaziya mezhebî û ayînî ji Efxanistanê reviyane.

Temenê Şeymayê 29 sal e, jibilî mamostetiyê, li gel xwişka xwe Şabanu ya 23 salî, li Kabulê çalakvaneke mafên mirovan bû û ji bo hişyarkirina jinan û hizra azadiyê dixebitî.

Wan malbatan 4 roj piştî ketina hikûmeta Efxanistanê û ji ber gefên Tevgera Talîbanê, welatê xwe bicih hiştin û bi qaçaxî xwe gihandin Îranê û paşê jî bi mebesta ku biçin Ewropayê, çûn ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ku derbasî Tirkiyê bibin. Lê pasewanên sînor ên Tirkiyê rê bi wan malbatan neda ku derbas bibin.

`Ev der ne bajarekî Tirkiyê ye`

Cemîle Xulamî yek ji wan koçberan e ku hatiye xapandin û ew ji Rûdawê re dibêje, “Li ser sînorê Îran û Tirkiyê, polîsên Tirk ji me got, `vegerin bo Îranê, Tirkiye ne cihê Efxaniyan e`. Lewma em neçar man ku hewl bidin bi qaçaxî xwe bigihînin Tirkiyê û qaçaxçiyan jî ji me re got, `Em dê we bidin bajarekî Tirkiyê û ji wir jî bo Ewropa` lê dema em gihiştin vir (Silêmanî), me ji xelkê pirs kir ka gelo ev bajarekî Tirkiyê ye lê xelkê got, `nexêr ev der Silêmanî ye`.”

Esedullah Şerîfî, misilmanekî ji mezheba Şîe ye û ew dibêje, ji ber cudahiya mezhebî û netewî, Talîban û beşeke xelkê, gef li wî xwarine û ew jî neçar maye ji Efxanistanê derkeve.

Gefên ji ber mezhebî û netewî

Esedullah Şerîfî ji Rûdawê re diyar dike, “Ez ji mezheba Şîe me û Hezare me (netewekî Farîsîaxêv li Efxanistanê), lê hevjîna min Sunne ye û ji netewa Peştû ye. Ayîn û netewên me jî li dijî zewaca me bûn, lewma em ji tirsa Talîban, netew û xelkê ji Efxanistanê derketin û çûn Pakistanê, paşê em çûn Îran û ser sînorê Tirkiyê û niha jî em li Silêmaniyê ne.”

Ji ber nebûna moleta mayînê û nebûna alîkariyên rêxistinên civakî, ew malbat 5 rojên destpêkê yên li parkeke Silêmaniyê derbas kirin.

5 rojan li parkê man

Ceifer Yûsifî yê 19 salî, kurxaltiyê Cemîle Xulamî ye, wê parka ku bi rojan lê man nîşan dide û dibêje, “Em bi şev û roj bo dema 5 rojan li vê parkê man, di nav vê sermayê de. Rewşa me gelek xerab bû. Dezgehên hikûmî jî tenê nivîsek dan ku ew jî moleta demkî ya mayînê bû. Reqema telefonê li ser bû, lê em çend caran lê geriyan ti kesî bersiv neda.”

Jibilî koda asayişa Silêmanî û nasnameyên wan, ti belgeyeke din a fermî li gel wan nîne, xwedî hotelê jî bi demkî li hotela xwe cih daye wan.

Çarenivîsa wan nediyar e

Xwediyê hotelê Teha Salih jî derbarê wan koçberan de ji Rûdawê re diyar dike, “Min wek mirovî alîkariya wan kir û li hotelê bicih kirin. Hetta ev çend roj in pere jî li gel wan nemaye û min jî daxwaza pere ji wan nekiriye, ji ber ku ez dizanim perê wan nîne.”

Malbata Cemîleyê çar meh berî niha û malbata Esedullah jî sê meh berî niha, bi heman rê û şêwaz ji aliyê qaçaxçiyên Îranî ve hatin xapandin û li şûna Tirkiyê ku wan malbatan dixwest biçin wir, bo Silêmaniyê hatin veguhestin û ji wan gotin `ev bajarekî Tirkiyê ye`. Heta niha moleta mayînê ya demdirêj bi wan malbatên Efxanî nehatiye dayîn ku bêkar û bêçare ne û çarenivîsa wan nediyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst