MÊRDÎN - Xelkê zarok ji şkenceyê xelas kir

27-08-2024
Nîşan Mêrdîn Zarok Şkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê xelkê zarokekî biçûk ji şkenceyê rizgar kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), bûyerê li gundê Deriyê Meşîkana rû daye.

Kesên ku di ber avahiyeke vala re derbas bûne dengê zarokekî bihîstiye.

Dema çûne nava wê avahiyê, wan zarokekî biçûk ditîye ku dest û lingên wî bi kelemçeyên plastîk hatine girêdan û şkence lê hatiye kirin.

Wan di cih de dest û lingên wî vekirine û zarok ji avahiyê derxistiye.

Xelkê tê derxistiye ku li ser laş û serê wî zarokî şopên lêdan û şkenceyê hene û zarok tî û birçî ye.

Wan nan û av daye zarokê şkencedîtî û xeber daye polîsan.

Tîmên tenduristiyê zarok bir Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û hat zanîn ku ew zarok 2 rojan winda maye.

Îdia: Bavê wî şkence lê kiriye

Hat angaştkirin ku bavê wî zarokî ew girê daye û şkence lê kiriye.

Xelkê xwest li bavê wî bixe lê polîsan nehişt û bav hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst