PDK û bloka Sunnî piştgirî dan hilbijartinên pêşwext ên 'destûrî' li Iraqê

11-09-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq Hilbijartinên Pêşwext Serok Barzanî PDK Mihemed Helbûsî Xemîs Xencer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Hevpeymaniya Serwerî ya Sûnne îro Yekşemê ji ber kûrbûna kirîza siyasî tekezî li ser giringiya lidarxistina hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê li gor rêbazên Destûra Iraqê kirin û diyar kirin ku pêwîst e parlamentoya niha ya Iraqê heta lidarxistina hilbijartinê kar bike.

Serok Mesûd Barzanî îro li bajarokê Pîrmamê yê ser bi Hewlêrê ve pêşwazî li serkirdeyên Hevpeymaniya Serwerî ya Sunne, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Serwerî Xemîs Xencer kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de tekezî li ser “hilbijartinên pêşwext” piştî bidawîhatina “amadekariyên qanûnî” û li gor “mekanîzmên destûrî” hat kirin û hat destnîşankirin, tenê dema ku “hikûmetek xwedî desthilatdariya tam” were avakirin divê dengdanek nû were kirin.

Serok Barzanî û serkirdeyên Sunne, herwiha tekez kirin ku “pêwîst e parlamentoya Iraqê li ser karê xwe berdewam be heta wê dema ku hilbijartinên pêşwext tên kirin.”

Di hevdîtinê de “encamên nerênî” yên rewşa bêserûber a siyasî ya li Iraqê û pêwîstiya diyalogê û cîbicîkirina metodên qanûnî û destûrî ji bo derbaskirina nakokî û astengên heyî hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyên civînê herwiha diyar kirin ku divê aliyên siyasî li Iraqê bêtir nêzîkî hev bin û ji hev fêm bikin û ragihandin, ew ji bo beşdariyeke avaker di nêzîkirina aliyan de û avêtina her pêngavekê ku xizmeta berjewendiyên niştimanî û aştiya civakî û parastina ewlehiya welatiyan bike, amade ne.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan li ser “berdewamkirina hevkariyê” û “şopandina helwestên hevbeş” ên ku herî zêde di xizmeta welat de bin, li hev kirin.

Di Cotmeha 2021an de hilbiajrtinên parlamentoyê li Iraqê hatin lidarxistin, lê parlamentoya hilbijartî di hewlên xwe de ji bo pêkanîna hikûmeta nû ji ber berdewamiya nakokiyên di navbera aliyên sereke yên siyasî de biserneket.

Nebûna kabîneyê hişt ku gelek aliyên siyasî yên Iraqê daxwaza hilbijartinên pêşwext bikin, her çend rêyên wan ên pêşniyarkirî ber bi wê armancê ve cuda ne.

Her yek ji Barzanî û Helbûsî tekezî li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên pêşwext “li gorî mekanîzmayên destûrî” kirin, lê tekez kirin ku tenê dema ku “hikûmetek xwedî desthilatek tam” were avakirin, divê dengdaneke nû were kirin.

Civîna herdu aliyan di demekê de ye hevalbendê berê yê her du blokan, Tevgera Sedr roja Pêncşemê bi awayekî nerasterast bang li "hevalbend û serbixweyan" kir ku ji parlamentoyê vekişin da ku parlamentoyê ji rewatiyê bikeve.

PDK, Tevgera Sedr û Hevpeymaniya Serwerî ya Sunne hevpeymaniyeke sê alî li parlamentoya Iraqê ava kiribûn û hewla pêkanîna hikûmeteke piraniya niştimanî dan, lê belê di hewldanên xwe serneketin.

Tevgera Sedr di meha Hezîranê de parlamenterên xwe ji parlamentoyê vekişandin û bi wîa wayî dawî li “Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman” anî. Hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext daxwazeke sereke ya Muqteda Sedr û alîgirên wî ye.

Hevrikên Sedr di Çarçoveya Hevahengiyê ya bi piştgirîya Îranê de dixwazin berî hilbijartinên nû serokwezîrekî nû hilbijêrin û parlamento li ser karê xwe berdewam be.

Serkirdeyên siyasî yên Iraqî hefteya bihorî di civînekê de ku ji aliyê Tevgera Sedr ve hat boykotkirin, li hev kirin ku ji bo lidarxistina hilbijartinên pêşwext kar bikin.

Li gorî Destûra Iraqê, hilweşandina parlamentoyê tenê bi piraniya mutleq a endamên wê yan jî li ser daxwaza yek ji sê parên endamên wê dibe.

Berî çend rojan jî Dadgeha Federal a Iraqê ragihand, hilweşandina parlamentoyê ne di desthilata wê de ye û gotibû, divê di çarçoveya rêkarên destûrê de kar bo hilweşandina parlamentoyê bê kirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst