PDK beşdarî hilbijartinan dibe

09-06-2024
Nîşan PDK Hilbijartin Beşdarbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) biryar da ku beşdarî hilbijartinan bibe.

Berdevkê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay ji Rûdawê re ragihand, PDKyê bi awayekî nivîskî daye zanîn ku dê beşdarî hilbijartinan bibe.

Li gorî vê biryara PDK dê beşdarî hilbijartinên dewra şeşêm ên Parlamentoya Kurdistanê bibe.

Cumane Xelay diyar kir ku PDKyê nivîsa fermî şandiye saziyên pêwendîdar û dê paşê jî lîsteya namzedên xwe teslîmî wan bike.

Berdevkê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan diyar kir ku ji bo teslîmkirina navên namzedên partiyan, tifaqan an jî namzedên serbixwe heta 13ê vê mehê dem heye.

Li gorî gotina Berdevkê Komîsyona Hilbijartinê, heta 13ê Hezîranê partî, hevpeymanî, namzedên serbixwe û namzedên pêkhateyan dê karibin navên xwe tomar bikin.

Li gorî gotina Berdevkê Komîsyonê, piştî 13ê Hezîranê jî dê pêngava wergirtina lîsteya namzedan dest pê bike.

Komîsyona Hilbijartinanê diyar kiribû ku ji 6ê Hezîranê heta 13ê Hezîranê partî û namzed dikarin serî li komîsyonê bidin.

Biryar hatibû standin ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 10ê Hezîranê bên lidarxistin lê belê ji ber çend dosyayên yasayî û dozan hilbijartin nehatiye kirin.

Komîsyon li hêviya Serokatiya Herêma Kurdistanê ye ku rojekê ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bike.

Dadgeha Federal a Îraqê 20ê Gulanê biryar standibû ku dê hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê 100 kursî bin û dê 5 kursî jî ji bo pêkhateyan bêne veqetandin.

100 kursî li ser 4 bazinên hilbijartinan hatine dabeş kirin:

34 kursî ji bo Hewlêrê

38 kursî ji bo Silêmaniyê

25 kursî ji bo Dihokê

3 kursî ji bo Helebceyê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst