Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Komunîst a Sûrî li bajarê Qamişlo çalakiyeke protestokirinê li dijî dirustkirina “navçeya aram” pêka anî ku biryar e li ser sînorê di navbera Rojava û bakurê Sûriyê de bê avakirin. Herwiha di çalakiyê ala herdu welatan Tirkiye û Amerîkayê hatin şewitandin.
Hejmarek ji serkirde û endamên Partiya Komunîst a Sûriyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kom bûn û avakirina “navçeya aram” şermezar kirin.
Di mêtîngeke de Sekreterê Rêxistina Partiya komunîst axaftinek pêşkêş kir û tê de bi tundî êrîşî siyaseta Amerîka û hevkariya wê ligel Tirkiyê kir.
Herwiha Beşdaran alên herdu welatên Amerîka û Tirkiyê şewitandin.
Partiya Komunîst a Sûrî li beşeke ji Eniya Niştimanî ye ku ji bilî partiya el Beis a desthilatdar çend partiyên din jî di nav de cih digirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse