Hevseroka YSPê: Diyanet li Tirkiyê wek wezareta fetwayê kar dike

10-05-2023
RÛDAW
Nîşan Çigdem Kiliçgun Uçar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Partiya Çepên Kesk li Dêrsimê ragihand, “Diyanet li Tirkiyê wek wezareta fetwayê kar dike, ji bo Tirkbûn û Sunebûnê hemû derfet tên avakirin û hemû netewe û baweriyên din tên red kirin.”

Hevseroka Partiya Çepên Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar îro Çarşemê 10ê Gulana 2023an di mîtînga partiya xwe ya li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê de behsa ferq û cudakariyên li Tirkiyê di navbera baweriyan de hene kir.

Çigdem Kiliçgun Uçar got, “Em dixwazin li cihê Serokatiya Karûbarên Olî, Serokatiya Xizmeta Baweriyan bê avakirin.”

Hevseroka YSPê Çigdem Kiliçgun Uçar 10 Gulanê li Dêrsimê di mîtînga partiya xwe de axivî û got, ew dijî wê yekê ne ferq û cudakarî di navbera ol û baweriyan de bê kirin.

Hevseroka Partiya Çepên Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar got, “Zarok û ciwanên me yên Elewî bi neçarî ketina dersa olî ya bi zorê tê kirin. Diyanet li Tirkiyê wek wezareta fetwayê kar dike, bo Tirkbûn û Sunebûnê hemû derfet tê avakirin û hemû netewe û baweriyên din tên red kirin. Em wek Partiya Çep a Kesk dixwazin li cihê Serokatiya Karûbarê Olî, Serokatiya Xizmeta Baweriyan hebe. Ji be em vê yekê dixwazin herî zêde di wê xalê de êrişî me dikin. Li vî welatî ne tenê Sunne dijîn, gelek bawerî dijîn. Têgihiştina ku wekhev nêzîkî wan baweriyan nabe dê tekez wenda bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst