Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê nû yê Brîtanyayê pîroz kir

05-07-2024
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Keir Starmer Hilbijartinên Brîtanyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Keir Starmer pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî ji ser hesabê xwe yê Xê Keir Starmer pîroz kir û wiha got:

“Bi navê Herêma Kurdistanê ya Îraqê pîrozbahiyê li serokwezîrê nû yê Brîtanyayê Keir Starmer dikim.

Hêvî dikim hevkarî û pêwendiyên me bi serkirdeyên Brîtanyayê re berdewam bin.”

Doh Brîtanya ji bo hilbijartina kadroyên nû yên ku dê 5 salan xelkê temsîl bikin çûbû ser sindoqan.

Li Brîtanyayê Partiya Karkeran 410 kursî standin û bû desthilat. Hejmara kursiyên Partiya Mihafezekar a ku desthilat bû jî daket 131ê.

Li Brîtanyayê Kamaraya Ewaman bi hilbijartinan diçe parlamentoyê û doh endamên wê hatin hilbijartin.

Kamaraya Ewaman ji 650 kursiyî pêk tê û bi giştî 4 hezar û 515 namzedan rikeberî kir.

Hilbijartinan doh saet 07:00an (bi dema Hewlêrê saet 09:00) dest pê kir û saet 22:00yan (bi dema Hewlêrê saet 00:00) qediyan.

Li gorî encamên ku heta niha hatine, Partiya Karkeran 410 kursî standin û bi ferqeke zêde bû yekem.

Partiya Mihafezekar a Rishi Sunak a ku berê 365 kursiyên wê hebûn tenê 131 kursî standin û bû duyem.

Partiyê Reform UKyê ya ku ji rasgirên fanatîk pê tê 13 kursî, Partiya Lîberal a Demokrat 61 kursî, Partiya Neteweyî ya Skoçyayê 10 kursî û Partiya Keskan jî 2 kursî standin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst