Dêrsim: Di kargeha hişkkirina fêkiyan de 11 jin dixebitin

10-03-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrsim Jin Fêkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dêrsimê kargeheke hişkkirina fêkiyan berî 4 mehan dest bi xebatê kir.

Di vê kargeha ku berî 4 mehan dest bi kar kir de 11 jin dixebitin.

Ev kar ji jinan re bûye çavkaniyeke dahatê û bi wê dahatê derbara jiyana xwe dikin.

Karkera bi navê Ozlem Dinlerguler Topaçê da zanîn:

“Wekî jinekê cihgirtina di karekî berhemdar de hestekî xweş e. Ji ber ku berhemanîn karê jinan e.

Em dixwazin bibêjin ku em li her derê hene. Em ji hev re baş in û kar jî xweş derbas dibe.”

Berî ku dest bi berhemanînê bikin jinan 2 mehan derbarê hişkkirin û paketkirina fêkiyan de perwerde dîtiye.

Piştre wan Kooperatîfa Jinan a Berhemhanînê ya Dêrsimê ava kiriye û li kargehê dest bi xebatê kiriye.

“Jin dikarin di her karî de serkeftî bin”

Karker Yuksel Leyla Tanê jî anî ziman:

“Li Dêrsimê jin li her derê dixebitin lê bi giştî derfetên kar kêm in. Ji ber wê em vir çiqas mezin bikin derfeta ku em bikarin hejmara jinên dixebitin zêde bikin çêdibe.

Ji ber ku jinên Dêrsimê bihêz in û dikarin di her karî de serkeftî bin.”

Fêkiyên ku bi rêya makîneyeke taybet tên birîn û di firina taybet de 8 demjimêran tên hişkkirin û tên paketkirin.

Ew berhema xwe li heman cihî difiroşin. Carinan jî standan vedikin û li deverên cuda yên bajêr jî difroşin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst