Li Dêrsimê 15 jinan koroyeke bi navê Vengê Ma ava kir: Bi 3 zimanan stranan distrên

10-01-2024
RÛDAW
Li Dêrsimê 15 jinan koroyeke bi navê Vengê Ma ava kir/Wêne: AA
Li Dêrsimê 15 jinan koroyeke bi navê Vengê Ma ava kir/Wêne: AA
Nîşan Dêrsim Vengê Ma Muzîk Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê 15 jinên koroyeke bi navê Vengê Ma damezrand û bi zimanên Kurdî, Ermenî û Tirkî stranan distrên.

Ew berê kebaniyên malên xwe bûn, hatin ba hev û koma muzîkê ya bi navê Vengê Ma wate dengê me  ava kir.

Niha bi hev re li defê dixin û stranên bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) distrên.

Ew 15 jin ji navçeya Pulurê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê ne.

Welatiya bi navê Sînem Opuzê li ser koma ku ava kirine got:

“Min dizanî ku dengê min ne bi tenê, dema ligel jinan dibe yek zêdetir bi wate dibe û xweşiktir derdikeve.

10 deng dibin dengek û bi hev re derdikevin. Pêkanîna tiştekî bi hev re hestekî gelek xweş e, min ev dît.”

Jinên navçeyê zivistanan piraniya demên xwe li malê derbas dikin.

Mamosteyê muzîkê Îsmaîl Gonek li Mala Çandê ya Behzat Fîrîkê ya li navçeyê kurseke muzîkê ji bo wan vekiriye.

Ew hefteyê çend rojan diçin kursê û hem fêrî amûrên muzîkê û hem jî derbarê stranbêjiyê de perwerdeyên cuda dibînin.

“Li vê derê ti çalakiyeke civakî ya jinan nîne”

Welatiya bi navê Sermîn Akbalika ku di nav komê de ye jî anî ziman:

“Li vê derê ti çalakiyeke civakî ya jinan nîne. Em li cihekî biçûk in, bi taybetî di şert û mercên zivistanê de em li malê dimînin.

Avakirina vê saziyê ji bo me gelekî baş bû, 2 keçên min hene, ez dema ku ji ber wan dimîne li vê derê derbas dikim.”

Kurs ji bo jinên navçeyê bûye cihê kêfxweşiyê û ew bi saya wê ji stresa rojane ya jiyanê dûr dikevin.

Welatiya bi navê Belkis Oruk jî got:

“Ji xwe dema li malê bêhna me teng dibe em guh didin muzîkê û bi dengê bilind ji xwe re dibêjin.

Ev jî ji bo me motîvasyon e. Ji bo ku em bikarin berdewamiyê bi jiyanê bidin ev kurs ji bo rengîniyek e.”

Niha 15 jin di vê kursê de beşdar in. Ew ji bilî stranên Kurdî, stranên bi zimanên Ermenî û Tirkî jî dibêjin.

Armanca wan ew e ku koma xwe ya muzîkê pêş ve bibin û di demên pêş de bi hev re konseran jî saz bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst