HEWLÊR - Ji şerê Sûdanê rizgar bûn: Nikarin xwendina xwe berdewam bikin

09-11-2023
Helebja Sadon
HEWLÊR - Ji şerê Sûdanê rizgar bûn: Nikarin xwendina xwe berdewam bikin
HEWLÊR - Ji şerê Sûdanê rizgar bûn: Nikarin xwendina xwe berdewam bikin
Nîşan Şerê Sûdanê Herêma Kurdistanê Xwendin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku şerê Sûriyeyê di sala 2011ê de dest pê kir, hejmarek xelkê Rojavayê Kurdistanê ji bo ku xwe ji şer xelas bikin û debara xwe bikin, berê xwe dabû Sûdanê êdî li wir dest bi jiyaneke nû kiribûn.

Nîsana 2023yan şerekî navxwe yê mezin li Sûdanê dest pê kir ku heta niha jî berdewam e.

Hejmarek xwendekar ji ber şerê Sûdanê, ji xwendina xwe bêbar mane.

Basil Bozan sala 2010ê tevî malbata xwe ji Kobaniyê berê xwe dabû Sûdanê.

Wî li Xertûma paytexta Sûdanê di pola 12yê de dixwend lê ji ber şerê li wî welatî, neçar bû ku koçberî Herêma Kurdistanê bibe.

Tevî anîna belgeyan jî Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê daxwaza pesendkirina belgeyên xwendinê li Sûdanê dike.

Basil Bozanê ku ji ber şer ji xwendinê bêpar maye:

“Ez çûm wezaretê û min bi rêveber re şorê kir. Rêveber got, divê tu bawernameyên xwe yên polên 8, 9 û 10an bînî, min got bawernameyên min hene.

Wî jî got divê tu ji Balyozxaneya Îraqê ya Sûdanê belgeyan bidî pesendkirin.”

Dawiya Hezîranî di rewşeke awarte de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew bi 5 balafiran ji Sûdanê veguhest Hewlêrê ku ji 830 kesî pêk dihatin.

Tevî anîna hejmarek belgeyên xwendinê zarokên wan li dibistanên Herêma Kurdistanê nehatin qebûl kirin.

“Dibistanên vir me qebûl nakin”

Arif Muslim anî ziman:

“Dibistanên vir me qebûl nakin. Ji me re dibêjin belgeyan bînin, şer heye em dê çawa bînin? Em nikarin bînin.”

Dema xwendekarek xwendina xwe ji welatekî din veguhêze Herêma Kurdistanê pêwîst e belgeyên xwendina xwe ji wezareta perwerdeyê ya wî welatî, wezareta karên navxwe ya wî welatî û Balyozxaneya Îraqê ya li wî welatî pesend bike.

Li gorî van malbatan, ev şert û merc di rewşên asayî de dibe lê di demeke ku heta niha şer li Sûdanê heye de zehmet e.

“Zarok nikarin bixwînin”

Fatîma Osmanê jî got:

“Ji me re gotin zû derkevin, balafir hatin. Em hatin vir zarok nikarin bixwînin.”

Nîsana îsal şer di navbera artêşa Sûdan û hêza bi navê El-Deim El-Serîi de derket û heta niha jî berdewam e.

Tevî ku wan canê xwe rizgar kir lê derbarê siberoja zarokên wan de destê wan girêdayî maye û çavê wan li çareyekê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst